12:36 27 Gulan 2018
Serokomarê Înguşetyaya Rûsyayê Yunus Bek Yevkurov

Yevkûrev: Balafira Rûsyayê bêyî xebera Erdogan hat xistin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Komariya Îngûşetya ya girêdayî Rûsyayê Yûnûs- Bek Yevkûrov diyar kir ku 24ê mijdarê de balafira Sû-24 ya Rûs bêyî xebera Erdogan hat xistin.

Navenda Nûçeyan — Yevkûrov li ser hesabê xwe yê Înstagramê de di derbarê hewldana derbeya li Tirkiyeyê peyamek parve kir û got hewldana derbeyê bi xistina balafira Rûs re têkildar e.

Yevkûrov anî ziman ku bi hewldana roja îniyê senaryoya 24ê mijdarê hîn baş hat fêm kirin û nivisî "Serokomar Recep Tayîp Erdogan fermana xistina Sû-24ê neda. Leşkeran va biryara bêyî agahiya Erdogan dan. Armanca wan ew bû ku peywendiyên Rûsya û Tirkiyeyê xera bikin."

Serokomarê Îngûşetyayê dest nîşan kir ku êdî eşkere ye kî li paş hewldana derbeyê heye û got ez bawerim ku Tirkiye û xelkê Tirk wê biserkeftî van rojên bi zehmet derbas bikin.

Bi heman mijarî:

Rûsya û Yûnanistanê daxuyanî derbarê keştiyên wenda yên Tirkiyeyê de dan
Firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê îsal neyên destpêkirin
Rûsya: Dahatûya projeya Turk Akimi heye
Rûsya: "Piştî hewldana derbeya leşkerî em tim bi Tirkiyeyê re di nava pêwendiyan de ne"
Etîketan:
înstagram, peyamek belav kir, xeber, xistina balafira cengî ya Rûsyayê, Serokomarê Îngûşetyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayîp Erdogan, Yûnûs Ber- Yerkûrev, Tirkiye, Rûsya, Îngûşetya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de