23:29 22 Nîsan 2018
    Balafir

    Firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê îsal neyên destpêkirin

    © Sputnik / Dmitriy Petrochenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî îdiaya rojnameya İzvestiyaya rûsî firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê wê îsal neyên destpêkirin.

    Moskova — Li gorî rojnameya İzvestiyayê, heyetên wezareta Rûsya û Tirkiyeyê di civîna 14ê Tîrmehê ya li Moskovayê de 6 saetan mijara destpêkirina firînên charter ên navbera her du welatan nirxandin.

    Piştî civînê biryar hat dayîn ku ji bo şopandina ewlehiya cihên turîstên grûbeke xebatê were avakirin. Li gorî agahiyên Seroka Yekîtiya Operatorên Turên Rûsyayê Maya Lomîdze, di civînê de ewlehiya balafirxaneyên Tirkiyeyê jî hatiye nîqaşkirin û başûrê rojhilat jî di nav de wê lîsteya cihên bi xeter were derxistin.

    Maya Lomîdze di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dibe îsal firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê neyên destpêkirin û rewşa sala 2017an jî nediyar e. Hewldana derbeya leşkerî xwesteka turîstên rûsî ji bo çûna Tirkiyeyê bandore gelekî mezin û neyînî kir. Daxwazên çûna Tirkiyeyê gelekî ket in."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Normalîzebûna têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê, me dilxweş dike
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
    Etîketan:
    Seroka Yekîtiya Operatorên Turên Rûsyayê, Destpêkirina firînên charter ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Maya Lomîdze, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de