11:07 17 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

    Putin yaseya dijterorê ya nû pesend kur

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Serokdewletî Rûsyayê Vladimir Putin, paketa yase ya dijterorê pesend kir ku weke ‘Yaseya Yarovaya'yê tê binavkirin.

    Moskova — Li gorî paketa dijterorê ya ku Putin îmze kir, tevahiya mesajên nivîskî, dosyayên deng û videoyên medyaya civakî jî di nav de yên operatorên ragihandinê heta 3 salan wê di arşîvê de bên veşartin.

    Di heman çarçoveyê de divê operatorên ragihandinê bixwe van mesajana heta 6 mehan veşirin û heke ku bênxwestin radestî saziyên ewlekariyê bikin.

    Parlamenter Irina Yarovaya ku yase bi navê wê hatiye derxistin dibêje: Li ser şîrketan nehatiye ferzkirin ku demildest agahiyan depo bikin û tenê erk dane hikûmetê biryara ku kîjan agahî bên depokirin bistîne.

    Ji aliyê din ve li gorî Yaseya Yarovayayê ‘terorîzma navxweyî' jî di Yaseya Cezayê de wê weke ‘sûcên li hemberî ewlekarî û aramiya mirovan hatiye kirin' bê nirxandin. Paketa yaseya têkoşîna terorê pêşbîniyan wî tiştî dike ku cezayê kesên li nava Rûsyayê û ji derveyî Rûsyayê beşdarî grûbên çekdarî bibin zêdetir bike.

    Bi heman mijarî:

    Narişkîn: "Divê di tekoşîna dijterorê de hevkarî were kirin"
    Ji Pûtîn bo civaka navneteweyî peyama tekoşîna dijterorê
    Ji Pûtîn bo dîplomatên rûsî, ‘eniya tekoşîna dijterorê ava bikin'
    Kremlîn: Pûtîn, li bajarên qeraxê talimata avakirina baregehên dijterorê da
    Etîketan:
    paketa yaseya dijterorê, Yaseya Yarovaya, Irina Yarovaya, Vladimir Putin, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de