12:22 24 Çile 2018
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Ji Serokwezîrê Rûsyayê daxuyaniya serbestiya vîzeyê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê ragihand ku ez bixwe jî amade me ku tevlî hevdîtinên mûzakereyên Tirkiyeyê bibim û mijara vîzeyê jî di nav pirsgirên siyasî di mirûra demê de wê çareser bibin.

    Moskova - Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev tevlî bernameya Sergey Brilev a ‘Nûçeyên Şemiyê' ya televizyona Rossiya 24ê bû ragihand ku ez bixwe jî amade me ku tevlî hevdîtinên mûzakereyên Tirkiyeyê bibim, mijara serbestiya vîzeyê jî di nav pirsgirên siyasî û ekonomik wê di mirûra demê de werin çareser kirin.

    Dmitriy Medvedev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikumeta Moskovaye amade ye di her astê de bi Enqereyê re mûzakereyan bike. Cîgirên Serokwezîr û wezîr dê van hevdîtinan bidin meşandin û heke hewceyî hebe ez bixwe jî amade me ji hevdîtinan re. Di serî de mijara serbestiya vîze, pirsgirêkên siyasî û ekonomîk jî wê di mirûra demê de werin çareserkirin."

    Medvedev di dawiya axaftina xwe de got: "Divê turîstên rûsî îsal bikaribin herin Tirkiyeye. Lê divê hikumeta Tirkiyeye jî bergiriyên berfireh ên ewlehiyê bigire. Divê mijara terorîzmê di plana pêş de were girtin."

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: "Mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê wê bi paye paye werin rakirin"
    Medvedev: Ji bo pêşketina aboriya ‘kesk' em ê xebatên xwe berdewam bikin
    Medvedev:'Ji bo normalîzebûna Qerebaxê çi hewce be em ê bikin'
    Medvedev: Dibe em rêzika barkêşiya hewayî biguherînin'
    Medvedev: ‘Tirkiye, qada NATOyê ji êrişan re xiste hedef'
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokwezîrê Rûsyayê, Sergey Brilev, Dmitriy Medvedev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de