07:12 24 Gulan 2018
    Vladimir Pûtîn û Recep Teyip Erdogan

    Peskov: Pûtîn û Erdogan dibe ku berê G20ê hevdîtinê bikin

    © Sputnik / Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov anî ziman ku em îhtîmala hevdîtina Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ya ku wê di meha îlonê de berê lûtkeya G20ê were kirin, red nakin.

    Moskova — Peskov got "em biryara hevdîtina serokên herdu welatan ya berê lûtkeya G20ê red nakin. Lê niha nikare were gotin ku hevdîtin dê li kuderê were kirin."

    Herwiha rojnameya Kommersantê jî berê nivisîbû ku li gorî encama hevdîtina îro ya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî Tirk Mevlût Çavûşoglû dibe ku di meha Tebaxê de hevdîtinek pêk were.

    Dîsa Peskov dest nîşan kir ku piştî Pûtîn biryarnameya ku mueyîdeyên aborî yên li hemberî Tirkiyeyê bi awayekî tedrîcî radike, îmzekir di navbera Moskova û Enqereyê de çûnhatineke zêde tê hêvî kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji bo ewlehiya geştyarên Rûsî em ji Tirkiyeyê bergiriyên berfireh dipên
    Rûsya hinartina neftê ya ji bo Çînê ji sedî 42 zêde kir
    Rûsya, çarçoveya têkoşîna bi terorê re firehtir dike
    Rûsya, hêrêma aborî ya taybet ya li Qirimê berfireh dike
    Etîketan:
    lûtke, hevdîtin, G20, Dmîtriy Peskov, Mevlût Çavuşoglu, Recep Tayîp Erdogan, Vladîmîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de