14:36 22 Îlon 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Karlov: Ji bo ku têkilî bi temamî baş bibin, divê Tirkiye tezmînatan bide

    © Foto: Balyozxaneya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê Tirkiyeyê Andrey Karlovî ragihand, ji bo ku têkilî bi temamî baş bibin, divê Tirkiye tezmînata balafira ku xistiye jî bide.

    Navenda Nûçeyan — Karlovî derbarê bûyerê de wiha axivî: "(Serokê Dewleta Rûsyayê) Vladimir Vladimiroviç (Putin) eşkere kir bê em çi dixwazin; lêborîn, sizakirina tawanbaran û tezmînat. Ya pêşî hat cih, herdûyên din man".

    Herwiha balyozê rûsî got ku heta misogeriyên berbiçav wernegirin ku geştyarên rûs dê li Tirkiyeyê ewle bin, ne pêkan e ku hatina geştyarên rûs vegere wek berê.

    HEVDÎTINA PUTÎN Û ERDOGANÎ DÎROKÎ

    Ji aliyekî din ve, Karlovî axiftina duh ya telefonê ku di navbera Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî de pêk hat, wek dîrokî bi nav kir û wiha got, "duh rêkeftineke dîrokî di navbera serokkomarê Tirkiyeyê û Serok Dewletê Rûsyayê de, pêk hat. Ez vê peyva "dîrokî" ne bê sedem bi kar tînin ji ber ku ev rêkeftin derfetê dide me ku têkiliyên xwe ji nû ve vejînin."

    Herwiha balyozê rûsî diyar kir ku pêdivî bi navbeynkaran ji bo xweşkirina têkiliyên nav herdû welatan tine û wiha got, "eger têkiliyên me yên dîplomatîk hebin, gelo çima dê pêdiviya me bi navbeynkaran hebe?"

     

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Rûsyayê Karlov beşdarî fitara Yildirim nabe
    Karlov: ‘Kujerê pîlotê rûsî, li Tirkiyeyê bi serbestî digere'
    Tirkiyeyê gazî Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov kir
    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Etîketan:
    sizakirin, tezmînan, Vladimir Vladimiroviç, Vladimir Putin, Andrey Karlov, Tirkiye, Enqere, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de