20:37 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: "Tirkiye lêborîn xwest, em ê têkiliyan nû bikin"

    © Sputnik/ Sergey Guneyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku Tirkiye ji Rûsyayê leborîn xwest ji bo vê her du alî wê dîsa têkiliyên xwe baş bikin.

    Moskova — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Wezareta Derve ya Rûsyayê di civîna balyozan de behsa têkiliyan kir û ragihand ku Tirkiye ji Rûsyayê leborîn xwest ji bo vê her du alî wê dîsa têkiliyên xwe baş bikin.

    Serokê Rûsyayê Pûtîn di axaftina xwe de got: "Min duhî bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bi rêya telefonê hevdîtinek kir. Wekî hûn jî dizanin, Enqere ji bo balafira rûsî ku li sînorê Sûriyeyê xistibû lêborîn xwest. Ji bo vê di demeke nêzîk de ji bo destpêkirina başbûna têkiliyan em ê hinek bergiriyên nû bigrin."

    Di axaftinên Pûtîn de xalên ku derketin pêş ev bûn:

    Encamê tekoşîna bi DAIŞê re wê li ser axa Sûriyeyê kifş bibe

    *Metirsiya terorê xurt bû û li hemberî ewlehiya navneteweyî bû tehdîda herî mezin.

    *Welatê ku di navenda tekoşîna dijterorê de cih girt Sûriye bû. Ku ez bêjin qedera wî welatê wê bandorê li pêşeroja hemû dewletên Rojhilata Navîn bike, wê ne tiştekî deraxaftinî be. Lewra encamê tekoşîna bi rêxistina terorîst a DAIŞê re wê li ser axa Sûriyeyê diyar kifş bibe.

     

     

     

    Agahî tên…

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: "Em ê di civîna G20ê de bi Pûtîn re hevdîtineke berfireh bikin"
    Piştî 7 mehan, Pûtîn bi rêya telefonê bi Erdogan re axivî
    Ji Pûtîn bo gelê tirk peyama sersaxiyê
    Pûtîn: Em ê bankaya agahiyên terorîstan ava bikin
    Kremlîn: Pûtîn û Erdoganî dê sibê hevdîtin pêk bînin
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Başxistina têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de