08:06 24 Îlon 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev û Endamên Hikumeta Rûsyayê

    Medvedev: "Mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê wê bi paye paye werin rakirin"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev ragihand ku mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê wê bi awayekî paye paye werin rakirin.

    Moskova — Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev ragihand ku mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê wê bi awayekî paye paye werin rakirin.

    Piştî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîn, Pûtîn ji bo rakirina mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê hikumeta wezîfedar kiribû û hikumet niha ji bo biryardayînê civiya.
    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev serokatiya civînê dike û daxwaz kir ji bo rakirin û rastkirina mûeyîdeyan pêşniyar werin kirin.

    Mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê bi awayê ku şirketên rûsî zirarê nebinin dê werin rakirin

    Dmitriy Medvedev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi awayekî paye paye em ê mûeyîdeyan betal an jî rast bikin, lê ji hêla zirar dayînê ve jî em ê li şirketên rûsî jî miqate bin. Ji bo betalkirina ambargoya zad û amûrên xwarinê jî xebatên berfireh divê werin kirin."

    Medvedev di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê hikumeta Tirkiyeyê ji bo ewlehiya turîstên rûsî gerentiyê bide me."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: Ji bo pêşketina aboriya ‘kesk' em ê xebatên xwe berdewam bikin
    Medvedev:'Ji bo normalîzebûna Qerebaxê çi hewce be em ê bikin'
    Medvedev: Dibe em rêzika barkêşiya hewayî biguherînin'
    Medvedev: ‘Tirkiye, qada NATOyê ji êrişan re xiste hedef'
    Medvedev: ‘Operasyona bejayî wê şer li Sûriyeyê dirêjtir bike'
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokwezîrê Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Dmitriy Medvedev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de