12:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Ala Rûsya û Tirkiyeyê

    Hikumeta Rûsyayê ji bo rakirina mûeyîdeyan dest bi kar dike

    © Foto: AA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li gorî çapemeniya rûsî, Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev wê di civîna îro ya hikumetê de biryara betalkirina mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê bide.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî rojnameya Kommersanta rûsî, bi dîrektîfa Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, Medvedev wê di civîna îro ya hikumetê de biryara betalkirina mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê bide.

    Di demeke nêz de wê mûeyîde werin rakirin

    Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Arkadiy Dvorkovîç gotibû ji bo rakirina mûeyîdeyên, zad, fêkî û firînên charter ên ser Tirkiyeyê hetanî demeke nêzîk wê hemû werin rakirin. Her wiha Cîgirê Serokwezîrê din Dmitriy Kozak jî ji bo rakirina mûeyîdeyên ser şirketên înşaetê yên tirk hetanî çend dê were rakirin.

    Rojnameya Kommersantê di nûçeya de behsa mikara enerjî ya navbera Tirkiye û Rûsyayê kir û ragihand ku dîsa top li qada Tirkiyeyê ye, niha hem Akkuyu û hem jî projeya Herka Tirkî rawestiyaye û sedema vê jî dîsa kiryarên Tirkiyeyê bûn.

    Ji bo welatiyên tirk serbestiya vîzeyê nediyar e

    Ji aliyê din ve di nûçeyê de ji bo hemwelatiyên Tirkiyeyê derheqê vegera serbestiya vîzeyê de tu şîrove nehat kirin.

    Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn duhî piştî ku bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bi rêya telefonê hevdîtinek kir, ji bo rakirina mûeyîdeyên ser Tirkiyeyê dîrektîf dabû hikumetê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    “Rûsya amade ye, bi Tirkiyeyê re şerê terorê bike”
    Rûsya hinartina neftê ya ji bo Çînê ji sedî 42 zêde kir
    Çîn: Em bi normalîze bûna têkiliyên Rûsya-Tirkiyayê kêfxweş bûn
    Rûsya: "Êrişên El Nûsrayê li Sûriyeyê didomin"
    Rûsya, çarçoveya têkoşîna bi terorê re firehtir dike
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Dmitriy Kozak, Arkadiy Dvorkovîç, Vladimîr Pûtîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de