21:42 21 Çile 2018
Zindî
    erdogan

    Lêborîna Erdoganî têkiliyên leşkerî venagerîne wek berê

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Gerînendeyê Giştî yê Navenda Pêşbînî û Nirxandinên Stratejîk ya Rûsyayê Sergey Grinyayev ragihand, nameya Serkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî dê têkiliyên leşkerî di navbera herdû dewletan de normalîze neke.

    Navenda Nûçeyan — Grinyayevî diyar kir ku ya giring ew e ku Tirkiyeyê tawana xwe pejirand û xwest ku rêyeke lihevkirinê peyda bike û wiha dewam kir: " Şêweya lihevkirinê pirsekee ne diyar e. Ez wiha difikirim ku beşê leşkerî jî dê neyê nirxandin. Niha divê kes ne li bendî gavên wiha be. Herwiha îmzekirina momerandûmeke bo herêmeke bê-firîn li Sûriyeyê di navbera Rûsya û Amerîkayê de jî dê bi kêr neyê, ji ber rêkeftina heyî naxebite û gelek caran tê binpêkirin."

    BIRYAR DI BIN BANDORA TÊKÇÛNA TÛRÎZMÊ Û MUEYİDEYAN DE HAT DAYÎN

    Pisporî diyar kir ku hemû hewldanên tezmînatan dê xwedan taybetmendiyên aborî, siyasî û dîplomatîk bin û wiha dewam kir: " Ji ber ku ev biryara siyasetmedarên tirk, ji ber kêmbûna tûrîstan û neşandina berhemnê Tirkiyeyê bo Rûsyayê hat dayîn".

    TIRKIYE DIXWAZE TÊKEVE PROJEYA RÊYA HEVRÎŞIMÊ

    HERWİHA Grinyayevî diyar kir, piştî ku Yekîtiya Ewropayê dest bi têkçûnê kir, Tirkiyeyê çav bera proejay Rêya hevrîşimê da ku Rûsya xwedan roleke sereke di vê projeyê de ye, û wiha dewam kir:

    Pêwîst e ku rewşa Tirkiyeyê ji aliyê jeopolîtikiya cîhanî ve were analîzkirin. Tirkiyeyê ji mêj de hewl dide têkeve YEyê lê piştî ku yekîtî ber bi belavbûnê ve diçe, êdî Tirkiye neçar e berê xwe bide deverên din. Tirkiye gelekî dixwaze têkeve kembera aborî ya Çînê ya Rêya Hevrîşimê. Ev hevdîtina dawî di navbera Rûsya û Çînê de, nîşan da ku ev proje dê bibandortir bibe û Tirkiye naxwaze di rewşeke şerli gel Rûsyayê de, wek aliyekî zerardîtî ji vê projeyê derkeve".

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Yekîtiya Operatorên Tûrîzmê ya Rûsyayê: Lêborîna Erdoganî hêviyê dide
    Gazprom: Em ji bo diyaloga bi Enqereyê re amade ne
    Heger Erdoganî lêborîn xwestibe, normalîzebûn pêkan e
    Ji Serokomariya Tirkiyeyê daxuyaniya ‘nameya ji bo Rûsyayê'
    Erdoganî ji bo kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Putinî xwest
    Etîketan:
    têkiliyên Tiriye û Rûsyayê, tûrîst, Rêya hevrîşimê, YE, Recep Tayyip Erdogan, Sergey Grinyayev, Amerîka, Sûriye, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de