23:20 21 Gulan 2018
    Berava Konyaaltiyê ya Antalyayê ku her salê bi hezaran tûrîst tênê, vala ye.

    Yekîtiya Operatorên Tûrîzmê ya Rûsyayê: Lêborîna Erdoganî hêviyê dide

    © Foto : DHA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Yekîtiya Operatorên Tûrîzmê yên Rûsyayê(ATOR) Maya Lomidzeyê got, ew nameya sersaxiyê ya Erdoganî ji Putinî re şand, ji bo başbûna gav bi gav a tûrîzmê hêviyek çêkir.

    Navenda Nûçeyan — Lomizde bi Sputnikê re axivî û got, "piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan lêborînê ji Serokê Dewleta Rûsyayê xwest, pêwîst e ku em li bendî bersiva birêveberiya Moskovayê bin. Bi kêmasî, ew gava ku serokê Tirkiyeyê avêtiye, tûrîzm di nav de, hêviyek çêkiriye ku têkiliyên navbera herdû dewletan baş bibin".

    DAXWAZÊN BETLANEYÊ BO TIRKIYEYÊ DÊ ZÛKA ZÊDE BIBIN

    Herwiha di malpera fermî ya ATORê re daxuyaniyek hat weşandin û ragihand, eger hevkariya navbera herdû dewletan careke din dest pê bike, ew ê daxwaza tûrîstên rûs bo betlaneyên li Tirkiyeyê zûka zêde bibin.

    Daxuyaniê wiha diyar kiribû: "Eger biryareke erênî derbarê wê yekê de ku hevkarî bi Tirkiyeyê re careke din dest pê bike, bê dayîn, ew ê daxwazên betlaneyê bo Tirkiyeyê ji tûrîstên rûs, zûka zêde bibin".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Alî Atalan: Bila Erdogan ji ber gotinên derbarê Zerduşt de lêborînê bixwaze
    Zulfu Livaneli: Divê Tirkiye lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    HDP: Bila Ahmet Davutoglu ji wezîrê Kurdistanê lêborînê bixwaze!
    HUDA-PAR: Bila Tirkiye lêborînê ji gelê kurd û Kurdistanê bixwaze
    Rêxistina Lêborînê ya Navneteweyî: ‘Tirkiye li Cizîrê birîndaran dorpêç kiriye'
    Parlamenterê rûsî: Hetanî Tirkiye lêborînê nexwaze pêwendî baş nabin
    Etîketan:
    LÊBORÎN, TÛRÎST, Operatorên Turîzmê ya Rûsyayê (ATOR), Recep Tayyip Erdoğan, Vladimir Putin, Maya Lomidze, Rûsiya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de