16:45 27 Gulan 2018
Vladîmîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

Erdoganî ji bo kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Putinî xwest

© Sputnik / Aleksey Nikolskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskovî ragihand ku Erdogan ji bo xistina balafira rûsî Su-F16yê û kuştina pîlotê rûsî lêborîn ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putinî xwest.

Navenda Nûçeyan — Peskovî got, " Erdogan peyam ji Serokê Dewleta Rûsyayê re şand û got ku ew dixwaze têkiliyên ku ji ber xistina balafirê, serrast bike".

"ERDOGAN GOT, EZ LÊBORÎNÊ DIXWAZIN"

Li gorî agahiyên ku Peskovî dane, Erdoganî peyama sersaxiyê ji bo kuştina pîlotê rûs bi kar aniye û gotina "ez lêborînê dixwazin" bi kar aniye.

ME TICARÎ NEXWESTIYE BALAFIRA RÛSYAYÊ BIXIN

Berdevkê Kremlinê diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê gotiye ku wî her dem Rûsya wek dost û hevkarekî stratejîk dîtiye û qet nexwestiye ku balafira rûsî bixîne.

​LÊBORÎN, NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN BI ÎSRAÎLÊ Û BERDANA ALPARSLAN ÇELIKÎ BI HEV RE HATIN

Herwiha nameya lêborînxwestinê ya Erdoganî, normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re û berdana Alparslan Çelikî yên ku bi kuştina pîlotê rûs tê tawanbarkirin, di heman rojê de çêbûn.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirimî bersiva pirsyarekê derbarê normalîzekirina têkiliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de da û got, "hinek tiştên xweş di vê mijarê de çêdibin, em ê di demeke nêz de parve bikin".

Herwiha Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Numan Kurtulmuşî îro daxuyaniyek da û got, " em dibînin ku nermbûn û xweşbûn di têkiliyên me û Rûsyayê de çêdibin û hinek îşaret ji aliyê Rûsyayê jî tên ku têkilî baş bibin.

ÇI ÇÊBÛBÛ?

Di 24ê Sermaweza 2015an, gava balafireke rûsî ji modela SU-24ê, li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê peywira xwe ya şerê li dijî DAIŞê pêk tianî, ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê hat xistin. Tirkiye îdia kiribû ku wê li gorî rêbazên angajmanê, ji ber ketibû sînorên wê, xistibû lê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimri Putinî diyar kiribû ku ev îdia ne rast e û gotibû, "gava balafir hat xistin, 6 hezar metreyî li jorê û kîlometreyekê dûrî axa Tirkiyeyê bû". Pîloteke rûsî xwe xelas kiribû lê yê dî jiyana xwe ji dest dabû.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Kiryarên Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne hiqûqî ne
Rûsya: Terorîstên El-Nusrayê ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn.
Rûsya: ‘Konvoya ku ji Tirkiyeyê çek ji DAIŞê re dibirin hat tespîtkirin'
Rûsya: ‘Ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê em ê bixebitin'
Rûsya, ji bo îxlalên Tirkiyeyê civaka navneteweyî rexne kir
Rûsya: ‘Hê jî ji Tirkiyeyê çek ji bo El Nûsrayê diçin'
Etîketan:
têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Xistina balafira rûsî, Numan Kurtulmuş, Recep Tayyip Erdogan, Vladimir Putin, Kremlinê Dmitry, Îsraîl, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de