20:18 27 Gulan 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: ‘Divê pêşeroja Sûriyayê gelê sûrî kifş bikin'

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku gelê Sûriyayê pêşeroja xwe bi xwe tayîn bikin û ji derve de jî tu mudaxale li pêşeroja Sûriyayê divê neyên kirin.

Navenda Nûçeyan — Lavrov bi şandeya ‘Pêşeroja Sûriyayê' ku di bin serokatiya Ahmet El Cebrayê de ye hat cem hev. Lavrov ji Cebra re got: ‘Di ser hevdîtina me ya li vir de 2 sal derbas bûn. Wî demî hûn Serokê Hêzên Koalîsyona Neteweyî ya Şoreşger bû yî îro jî tu serokê tevgerek cuda yî. Fikr û ramanên te yên derbarê aştiyê de ji bo me gelek girîngin.'

Wezîr, diyar kir ku El Cebra kesekî welatparêzê. Em dizanin ku Cebra dixwaze şer û pevçûnên li Sûriyayê demil dest bidawî bibin. Niha tevgera ku Cebra serokatiya wê dike ez bawerim rêgeza ‘Pêşeroja Sûriyayê divê sûrî kifş bikin' ku bicih bînin bandorek mezin lê bike.

Li aliyê din ve Sergey Lavrov eşkere kir ku ji bo krîza li Sûriyayê bê çareserkirin beşdarbûna hemû aliyên siyasî û gelê sûrî gelek girînge.

EL CEBRA: REWŞ BI XIRABIYÊ VE DIÇE

El Cebra jî diyar kir ku rewşa Sûriyayê ber bi xirabiyê ve diçe. Rayedarê muxalîf got ku krîz tenên bi riyên siyasî tê çareserkirin. Ez hêvîdarim ku di demek nêz de şer û pevçûnên li Sûriyayê raweste û korîdorên alîkariyên mirovê bên vekirin.

Bi heman mijarî:

'Tirkiye û Sûriye nêzîkî hev dibin'
Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"
Sûriye: Erîşen Helebê bi alîkariya Tirkiyê çêdibin
Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
Etîketan:
hevdîtin, krîz, çareserî, bidawî, pevçûn, şer, kifş kirin, gel, pêşeroj, Wezareta Karên Derveyê ya Sûriyeyê, Sergey Lavrov, Ahmed El Cebra, Sûriya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de