18:13 17 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn ji bo hilbijartinan bangî parlamentoyê kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji endamên Partiya Rûsyaya Hevgirtî ku niha hikumet e xwest di hilbijartinê parlamentoyê yê îlonê de pêşbirgeke adil û dirist pêk bînin.

    Moskova — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di kongreya 14emîn a Partiya Rûsyaya Hevgirtî de axivî û ragihand hemû namzedên ku di hilbijartina parlamentoyê yên meha îlonê de wê têkevin pêşbirkê bila xwe ji çalekiyen ku gel têxin nava dubendiyê û spekulasyona dûr bixin. Bila hemû partiyen ku wê tevlî hilbijartinê bibin qedr û qîmet bidin baweriya gel.

    Vladimîr Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo me hemûyan Rûsyayeke serbixwe û aram, Rûsyayeke ku em bikaribin wê potansiyela xwe derxînin, dewleteke ku ew û welatiyên xwe piştgirî didin hev û dengê hev dibihîzin lazim e."

    Em ê bergiriyên ewlehî yên kar bigirin

    Her wiha di kongreyê de Serokê Partiya Rûsyaya Hevgirtî Dmitriy Medvedev jî di axaftina xwe de got: "Di dewreke ku rîsk tam ketibû rastiyê, me bêkarî û ji kar derxistin xiste bine kontrolê."

    Dmitriy Medvedev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em hê jî bergiriyên ekonomîk digirin ku herkes çi mezin û çi jî biçûk û li kuderê bijî ku bikaribe kar peyda bike."

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Ji bo me destpêkê têkiliyên bi Çînê re tên
    Ji Pûtîn şîroveya Brexit ê: "Kes naxwaze ekonomiyên qels xwedî bike"
    Pûtîn: "Ji bo endamtiya RHŞ tu astengî nema"
    Bryza: "Erdogan, wê jesteke dîplomatîkî li Pûtîn bike
    Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"
    Etîketan:
    Kongreya Partiya Rûsyaya Hevgirtî, Serokê Partiya Rûsyaya Hevgirtî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Dmitriy Medvedev, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de