06:24 20 Çile 2018
Zindî
    Dîmenek ji Kremlînê, Moskova

    Piştî qeyranê cara pêşîn e ku şandeke wekîlên Tirk çû Rûsyayê

    © Sputnik/ Evgeniya Novozhenova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî qeyrana di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ku di 24ê mijdara 2015an de bi xistina balafira Rûs ya li ser sînorê Sûriyeyê destpêkir, cara pêşin e şandayeke Meclîsa Tirkiyeyê çû Rûsyayê.

    Moskova — Endamên Asambleya Parlamenterî ya Hevkariya Aborî ya Behrareş (KEÎPA) yên Meclîsa Tirkiyeyê ji bo beşdarbûna 47emîn Lijneya Giştî ya KEÎPAyê çûn Moskovayê.

    Hat ragihandin ku berê civîna ku dê roja çarşem û pêncşemê were li dar xistin, serokê Komisyonê û wekîlê Kirikkale yê AKPê Ramazan Can, wekîlên AKPê Sabrî Ozturk, Ahmet Demîrcan, Ozcan Ûlûpinar û Metîn Gundogdû, wekîlên CHPê Bulent Yener Bektaşoglû û Ûgûr Bayraktûtan, wekîlê HDPê Mahmût Celadet Gaydali û wekîlê MHPê Atîlla Kaya çûn Moskovayê.

    Civîna KEÎPAyê, berê civîna Rêxistina Hevkarî ya Aboriya Behrareş tê li dar xistin ku ev civîna jî di 1ê Tîrmehê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê tê li dar xistin.

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Vasîliy Nebenzya diyar kiribû ku Moskova Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû dawetê lûtkeya ku dê di 1ê Tîrmehê de li Soçiyê wer li dar xistin, kiribû û anîbû ziman ku ew amadene ku bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê re hevdîtnan bikin. Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî ragihandibû ku dawetkirina Tirkiyeyê ya ji bo lûtkeya Rêxistina Hevkarî ya Aboriya Behrareş wek organîzator peywira Rûsyayê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Moskova: Atletên rûsî bûne dîlên siyasetê
    Moskova ji bo îdiayên Erdogan: Delîlên we hene?
    Moskova dê bersivê bide aliyên agirbestê binpê dikin
    Moskova peymana ku bi Şamê re danîbû eşkere kir
    Etîketan:
    çûn, beşdarbûn, şand, KEÎPA, Meclîsa Tirkiyeyê, Vasîliy Nebenzya, Mariya Zaharova, Mevlût Çavuşoglu, Tirkiye, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de