13:53 20 Hezîran 2018
Vitaliy Mutko

Vîtaliy Mutko: "IAAF ji tirsa re van biryara distîne"

© Sputnik / Alexei Danichev
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku saziya Yekîtiya Federasyona Atletîzma Navneteweyî (IAAF) bi çalekiya menkirina atlêtên rûsî, dixwaze biparêze.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku saziya Yekîtiya Federasyona Atletîzma Navneteweyî (IAAF) bi çalekiya menkirina atlêtên rûsî ji pêşbirkên atletîzmê yên navneteweyî, dixwaze biparêze.

Yekîtiya Federasyona Atletîzma Navneteweyî (IAAF) biryara xwe ya demkî ku atletên rûsî ji pêşbirkên atletîzmê yên navneteweyî menih kiribû biryara xwe neguherand. Di vê navberê de Sekreterê Giştî yê Federasyona Atletîzmê yê Rûsyayê Mihail Butov ragihand ku IAAFê ez jî di nav de hemû endamtiya nûnerên Rûsyayê cemidandin.

Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko di hevpeyvîna xwe ya R-Sportê de got: "Ev çalekiya IAAFe ji tirsa aqubeta xwe ye. Mixabin di atletîzmê de gelek welat di testa dopîngê de derbas dibin û gelek test tê kirin. Bi texmîna min IAAF ji bo ku Komîteya Olimpiyadên Navneteweyî (IOC) û saziyên din ê berpirsyar ceza jê re nebirin û biryara mûeyîdeyeke nekin xwe diparêze.

Bi heman mijarî:

Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
Di çarçoveya EURO 2016an de ji 47 werzîşkarê rûsî numûneyên dopîngê hat girtin
Îranê ji werzîşkarê kurd lêborîna fermî xwest
Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
Etîketan:
Komîteya Olimpiyadên Navneteweyî (IOC), Yekîtiya Federasyona Atletîzma Navneteweyî (IAAF), Wezîrê Sporê yê Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de