11:34 22 Sibat 2018
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsya: Leşkerên me li Sûriyeyê nehatine kuştin

    © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, ku ew wêneyên DAIŞê belav kirine û tê de îdia dike ku leşkerên rûs hatine kuştin, derew in.

    Navenda Nûçeyan — Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkovî ragihand, "Kesên di wan wêneyên ku DAIŞ û ‘dostên' wan ên ûkraynî li gel Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê belav kirin de ne, giş li yekîneyên xwe ne û sax in".

    Konaşenkovî diyar kir ku ev wêne ji telefonekê ku hatibû dizîn, hatin bidestxistin û wiha dewam kir: "Tenê yek pirsyarê tê hişê mirovî, gelo ev çawa çêbû ku ev wêne di heman demê de ketin malperên DAIŞê û yên propoagandevanên ûkraynayî yên neyarê Rûsyayê".

    Ji aliyekî din ve, malpera nêzîkî DAIŞê ya bi navê El-Amaq û malperên înternetê yên Ûkraynayê û Komeleya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Londonê wêneyên leşkerên rûs weşandibûn û îdia kiribû ku li Reqayê hatibûn kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê 26 ton alîkariya însanî
    Rûsyayê ji bo sewkiyata kîmyewî ya sînorê Tirkiye û Sûriyeyê hişyarî kir
    Haddad:'Hêzên Rûsyayê qaçaxiya petrolê ya ji Sûriyeyê bo Tirkiyeyê bi dawî kirin'
    Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê tonek û nîv alîkariya însanî
    Rûsyayê 4 ton alîkarîya pêwîstiyên mirovî da Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê amadehiyên operasyona Reqqayê dike
    Etîketan:
    derew, leşkerên rûs, Komeleya Çavder a Mafên Mirovan li Sûriyeyê, DAIŞ, Ûkrayna, Sûriye, Rûsya, London, Reqqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de