01:52 25 Hezîran 2018
Rusya Ekonomi Bakanı Aleksey Ulyukayev

Rûsya: Brexît dê li ser piyaseyan bandorê neke

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Geşedana Aborî yê Rûsyayê Aleksey Ûlyûkayev anî ziman ku derketina Îngilîstanê ji YEyê, Rûsyayê jî tevlê dê li ser piyaseyên kureyî bandorê neke.

Navenda Nûçeyan — Ûlyûkayevê ku di derbarê referandûma Brexîtê de ku li Îngilîstanê tê çêkirin, axivî û got "piyaseyên kureyî û piyaseya Rûsyayê hemû xetereyên pêkan yên Brexîtê û pêlên pêkan yên ku dê pêk werin, nirxandin. Loma jî ez tu xetereyê nabînim."

Dîsa Ûlyûkayev destnîşankir ku divê neyê payîn ku di bihayên neftê û nirxên rûbleyê de daketin wê çêbibe û got "Yekemîn, ger ku Brexît pêk were, pêvajo wê ji bo demeke dirêj were taloqkirin. Ya duyemîn, di navbera 27 welatên ku di YEyê de bimînin û Îngilîstanê de dibe ku peywendiyeke cuda were dayîn. Dîsa jî pir zehmet e ku pêşbiniya encama van hemû tiştan were kirin"

Wezîrê Rûs herwiha lê zêdekir ku ew li bendeye ku Îngilîz ji bo mayîna di YEyê de deng bidin.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya di firotina petrolê ya boTirkiyayê de rêza 2yemîn deye
Rûsya: Daxwaza dîplomatên amerîkî ya çareseriya leşkerî sosret e
Rûsya: Êdî hinek dewlet eşkere piştgiriyê didin terorîstên li Sûriyeyê
Rûsya: "Di êrişa Orlandoyê de xeletiya îstîxbarata Amerîkayê heye"
Etîketan:
bandor, piyase, brexît, YE, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Aleksey Ulyukayev, Îngilîstan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de