17:50 22 Sibat 2018
Zindî
    Mariya Zaharova

    Zaxarova: "Di vexwendina wezareta Tirkiyeyê de tu peyam tuneye"

    © Sputnik/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku di vexwendina wezareta Tirkiyeyê de tu peyamek tuneye û tiştekî ji rêzê ye.

    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku di vexwendina wezareta Tirkiyeyê de tu peyamek tuneye û tiştekî ji rêzê ye. Wekî din Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 29ê Hezîranê de wê bi hemkarê xwe fransî li Jean-Marc Ayrault re li Parîsê were cem hev. Di hevdîtinê de wê krîza Ûkraynayê, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û pirsgirêkên navbera NATOyê wê binirxînin.

    Rûsya bûye serokê demkî yê rêxistinê

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe ya civîna çapemeniya heftane de got: "Raste ku Rûsyayê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo civîna Rêxistina Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş ku 1ê Tîrmehê wê li Soçiyê bibe hatiye vexwendin. Lê divê em di bine vê vexwendinê de li tu peyaman negerin. Rûsya ji bo serokê demkî yê rêxistinê ye gengaz e ku hemû dewletên endam vexwîne civînê."

    Digel remezanê bûyerên tundî zêde bûn

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe behsa rewşa Sûriyeyê ya vê meha dawî kir û got: "Digel ku em di meha remezanê de ne bûyerên tundî li Sûriyeyê zêde bûn. Bi taybetî jî li wan herêmên sînorê Sûriyeyê yê nêzîkî Tirkiyeyê bûyerên îxlalkirina agirbestê zêde dibin."

    Nûçeyên ku leşkerên tirkî li sînor sûriyan dikuje bêtalihî ye

    Berdevka wezareta rûsî di dirêjiya axaftina xwe de derheqê hemwelatiyên sûriyeyî ku li sînor ji terefê leşkerên Artêşa Tirkiyeyê ve hatin kuştin rexne kir û got: "Niha jî nûçeyên ku bi dehan hemwelatiyên sûriyeyê dema di sînor de derbasbûne hatine kuştin hat. Ev bûyer, rewşa bêtalihiya sînor dertîne ber çav. Ji bo derbasbûna çek û milîtanên derqanûnî, divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin."

    Em xerentiyê ji Amerîkayê dixwazin

    Mariya Zaxarova di mijara pergala mirtalê moşekan a NATOyê de got: "Em xerentiyê hiqûqî ji Amerîkayê dixwazin ku ev pergala parastina mirtalê moşekan li dijî Rûsyayê ye an na. Di vê mijara pergala mirtalê moşekê de ez bawerim her du alî dikarin çareseriyekê bibinin. Lewra tenê rêyekê çareseriya vê heye, bila xerentiyê bidin me ku ev mirtalê moşekê ne li dijî Rûsyayê. Heke ev nebe, em gengaz in ku bergiriyên pêwist bigrin."

     

     

    Agahî tên…

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, hêrêma aborî ya taybet ya li Qirimê berfireh dike
    Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"
    Rûsya: "Li Sûriyeyê 7 caran agirbest hat îxlalkirin"
    Rûsya: Qebûlkirina Kosovayê di Dadgeha Tehkîmê de ne qanûnî ye
    Rûsya: Yê ku sebra wî nemaye, em in ne Amerîka ye
    Etîketan:
    Îxlalên sînorê Sûriyeyê, NATO, Rêxistina Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mevlut Çavuşoglu, Jean-Marc Ayrault, Sergey Lavrov, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de