23:55 21 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Narişkîn

    Rûsyayê vîze neda çavdêrên MPKEyê

    © Sputnik/ Mihail Mokrushin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê Sergey Narişkîn ragihand ji bo ku Meclisa Parlementerên a Konseya Ewropayê (MPKE) destûrên heyeta rûsî betal kir, çavdêrên MPKEyê wê tevlî hilbijartinan nebin.

    Moskova — Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê Sergey Narişkîn di civîna çapemenî de pirsên rojnamevanan bersivand û ragihand ji bo ku Meclisa Parlementerên a Konseya Ewropayê (MPKE) destûrên heyeta rûsî cemidand, wê çavdêrên MPKEyê nikaribin tevlî hilbijartinan

    Dumayê yê îlonê bibin û wezîfeyê bigrin. Ji bo ku MPKEyê derheqê heyeta rûsî de biryareke antî-demoratîk stand û mafê xwe yê ku wekî çavdêr ku bikaribe tevlî hilbijartinên parlamentoya rûsî bibe winda kir.

    Sergey Narişkîn di axaftina xwe de got: "Asambleya Navgînên Parlamentoya Civaka Dewletên Serbixwe, Rêxistina Peymana Ewlehî ya Kolektîf û nûnerên Meclisa Parlamentoyên Rûsya û Belarûsê dê bikaribin wekî çavdêr tevlî hilbijartinan bibin.

    Em ê tevlî Meclisa Parlamenterên AGİTê bibin

    Narişkîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Parlamenterên rûsî wê tevlî rûniştina havînê ya Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGIT) bibin. Di rûniştina ku wê di 1 û 5ê Tîrmehê de pêk were wê Nîkolay Kovalev serokatiya heyeta wê bike."

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, hêrêma aborî ya taybet ya li Qirimê berfireh dike
    Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"
    Rûsya: "Li Sûriyeyê 7 caran agirbest hat îxlalkirin"
    Rûsya: Daxwaza dîplomatên amerîkî ya çareseriya leşkerî sosret e
    Rûsya: Qebûlkirina Kosovayê di Dadgeha Tehkîmê de ne qanûnî ye
    Etîketan:
    Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGIT), Rêxistina Peymana Ewlehî ya Kolektîf, Asambleya Navgînên Parlamentoya Civaka Dewletên Serbixwe, Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê, Sergey Narişkîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de