02:15 18 Sibat 2018
Zindî
    Vladîmîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Bryza: "Erdogan, wê jesteke dîplomatîkî li Pûtîn bike

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê berê yê Amerîkayê li Bakuyê Matthew Bryza ragihand ku Pûtîn û Erdogan dişibin hev û her du jî serokên bi hêz in. Bryza, Erdogan wê jesteke dîplomatîkî li Pûtîn bike.

    Ala Rûsyayê
    © Sputnik/ Konstantin Chalabov
    Navenda Nûçeyan — Balyozê berê yê Amerîkayê li Bakuyê Matthew Bryza di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dişibin hev û her du jî serokên bi hêz in. Bryza, Erdogan wê jesteke dîplomatîkî li Pûtîn bike.

    Her du jî serokên bi hêz in

    Matthew Bryza di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di şertên polîtîkaya îro de, em dixwazin Rûsya û Tirkiye têkiliyên xwe rast bikin. Erdogan û Pûtîn ji gelek beşan ve dişibin hev. Her du jî ji serokatiya xwe ya bi rêz û bi maquliya xwe hêzê distînin. Erdogan û Pûtîn naxwazin li welatê xwe wekî serokên qels werin xuyakirin."

    Erdogan û Pûtîn dixwazin pêwendî rast bibin

    Bryza di dirêjiya axaftina xwe de got: "Erdogan bi awayê fermî wê leborînê nexwaze, lê di rastiyê de her du jî dixwazin têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê baş bibin. Di polîtîkaya derve de divê mirov vê fêhm bike. Lewra Erdogan çend caran daxwaza hevdîtina Pûtîn kir, lê wî ev pêşniyar qebûl nekir. Li gorî texmîna min Erdogan wê jesteke dîplomatîk bike û Pûtîn jî wê wekî leborînê binirxîne. Paşî her du serok wê serkeftina xwe îlan bikin û dê pêvajoya têkiliyên tirk û rûs dest pê bike."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Tirkiye li herêmê bi kordîne bixebitin"
    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
    Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
    Etîketan:
    Têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê, Balyozê berê yê Amerîkayê li Bakuyê, Serokê dewleta Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Vladimîr Pûtîn, Matthew Bryza, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de