10:39 22 Hezîran 2018
Ala Rûsyayê

Rûsyayê Tirkiye ji bo civîna Soçiyê vexwend

© Sputnik / Konstantin Chalabov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Vasîliy Nebenzya ragihand ku em li bendê ne ku wezîrên derve yên Tirkiye û Ûkraynayê jî tevlî civîna rêxistina ekonomîk a Soçiyê bibin.

Navenda Nûçeyan — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Vasîliy Nebenzya ragihand ku em li bendê ne ku wezîrên derve yên Tirkiye û Ûkraynayê jî tevlî civîna Rêxistina Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş li bajarê Soçiyê bibin.

Hetanî hefteya pêşiya me wê diyar bibe

Vasîliy Nebenzya di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku wezîrên Tirkiye û Ûkraynayê jî di nav de me hemû wezîr vexwendin û em li benda herkesi ne. Lê, hê me ji wan tu bersiv wernegirtiye. Hetanî hefteya pêşiya me wê diyar bibe ka kî tevlî civînê dibe.

Nebenzya di berdewamiya axaftina xwe de got: " Formata civînê derfeta ku mirov bikaribe hevdîtinên dualî bike nade, lê heke Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavutoglu daxwaz bike em amade ne hevdîtinê bikin."

Em ji tu kesî narevin û xwe venaşêrin

Cîgirê wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li gorî pêşbîniyen min, heke wezîrê tirkî li wir be dibe daxwaza hevdîtinê bi wezîrê me re bike. Dibe hevdîtineke wiha pêk were. Lewra em ji tu kesî narevin û xwe venaşêrin. Em ji hemû hevdîtinan re vekirî ne."

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"
Rûsya: "Li Sûriyeyê 7 caran agirbest hat îxlalkirin"
Rûsya: Daxwaza dîplomatên amerîkî ya çareseriya leşkerî sosret e
Rûsya: Qebûlkirina Kosovayê di Dadgeha Tehkîmê de ne qanûnî ye
Rûsya: Yê ku sebra wî nemaye, em in ne Amerîka ye
Etîketan:
civîna Rêxistina Hevkariya Ekonomîk a Deryaya Reş, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavutoglu, Vasîliy Nebenzya, Soçî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de