09:37 23 Hezîran 2018
Şi Cinping û Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: "Hevkariya Çîn û Rûsya, ji bo pirsgirêkên cihanê wê bibe pêkera aramiyê"

© Foto : Host photo agency
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku di qada navneteweyî de hevkarî kirin ji bo pirsgirêkên cihanê dibe pêkera aramiyê.

Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn beriya serdana welatê Çînê hevpeyvînek da ajansa Şinhuayê ya wî welatî û got: "Di rastiyê de hevkariya Çîn û Rûsyayê di qada navneteweyî de ji bo pirsgirêkan pêkera aramiya cihanê ye.

Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe de behsa axaftina Serokê Çînê Şi Cinping a Neteweyên Yekbûyî kir û got: "Ew axaftin ji bo hemû mijarên bi nîqaş ku bi rêyên aştiyane û bi bingeha hiqûqa navneteweyî were çareserkirin bû. Şi, di axaftina pêşniyarên şênber kirin û got em amade yên ku pêwistiya wan bi alîkariyê heye bikin. Jixwe tiştê ku di qada navneteweyî de me digihîne hev, tam jî ev tişt e, ne tenê ji bo cîrantiya coxrafîk a welatan."

Nêrînên me gelekî nêzî hev in

Pûtîn di axaftina xwe de got: "Ramanên me gelekî nêzî hev in an jî bi hev re di nava ahenge de ne. Di mijarên navneteweyî û herêmî de em tim bi hev dişêwirin. Ji bo ku em du hevalbendên nêzî hev in em guh didin gotinên hev."

Şi, dostekî baş û bi ewle ye

Serokê Rûsyayê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şi Cinping demeke zêde ji bo pêşketina têkiliyên navbera Çîn û Rûsyayê vediqetîne. Ew dostekî gelekî baş û bi ewle ye. Wezîfeya sereke ya Moskova û Pekin divê pêwendî pir bi cûr bibin û têkeve halekî sofîstîke."

Bi heman mijarî:

Pûtîn, di ‘Roja Keser û Bîranînê' de destegul danî Abîdeya Leşkerê Nenas
Di serdana Çînê ya Pûtîn de dê 30 peyman werin îmzekirin
Di navbera Finlandiya û Swêdê de nîqaşa Pûtîn
Nûland dê bi cîgirê Pûtîn re hevdîtinê pêk bîne
Pûtîn: "Me rojekê jî sewkiyata xaza sirûştî ya Tirkiyeyê neda sekinandin"
Etîketan:
Xurtbûna têkiliyên navbera Çîn û Rûsyayê, Serokê Çînê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Şi Cinping, Vladimîr Pûtîn, Çîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de