15:52 20 Hezîran 2018
Vîtaliy Mutko

Di çarçoveya EURO 2016an de ji 47 werzîşkarê rûsî numûneyên dopîngê hat girtin

© REUTERS / Ruben Sprich
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku heta niha di çarçoveya lîstika EURO 2016an de ji 47 werzîşkarên rûsî numûneyên dopîngê hatin girtin.

Navenda Nûçeyan — Wezîrê Sporê yê Rûsyayê Vîtaliy Mutko ragihand ku heta niha di çarçoveya lîstika Şampiyoneya Futbol a Ewropayê de (EURO 2016) de ji 47 werzîşkarên rûsî numûneyên dopîngê hatin girtin, lê ji yeke tenê jî encama pozîtîf derneket.

Vîtaliy Mutko di axaftina xwe de got: "Di Şampiyoniya Futbol a Ewropayê de taximê me ji 47 testan hat derbaskirin. Du rojan ser hev ji heman werzîşkaran numune hat girtin. Wekî mînak ji Fyodor Slomov sê caran numune hat girtin. Lê, di encama testan de tu tişt derneket û tu problem çênebû."

Dawiya vê tuneye

Mutko di berdewamiya axaftina xwe de got: "Lê tenê ji bo kontrole kontrol nayê kirin. Lewra dawiya vî karî tuneye. Di çar mehên dawî de ji atlêtên rûsî 3 hezar û 200 numûne hatin girtin û tenê ji van 3 heban encamên pozîtîf dan."

Hûn bixwazin dikarin hemû nûçeyê bixwînin

Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke hûn bixwazin tenê sernûçe yan jî tevahiya nûçeyê bixwînin. Encama 3 testên pozîtîf di nava hemû testan hê ji sedî 0.01 dike."

Bi heman mijarî:

Mutko: ‘Li hemberî Rûsyayê êrişêke bi planî tê kirin'
Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
Rewşa penaberên ku li salonên sporê bi cih dibe dê çawa be?
Serkirdeyên Rûsyayê li salona sporê ne
Etîketan:
Testa dopîngê ya werzîşkarên rûsî, Şampiyoneya Futbol a Ewropayê de (EURO 2016), Wezîrê Sporê yê Rûsyayê, Vîtaliy Mutko, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de