14:01 22 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Rûsya: Qebûlkirina Kosovayê di Dadgeha Tehkîmê de ne qanûnî ye

© Sputnik / Yevgeniy Odinokov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê ragihand ku ew biryara ku Kosovayê wek endameke daimî di Dadgeha Tehkîma Nvdewletî de qebûl dike, ne biryareke qanûnî ye û wiha diyar e wek ku her tişt ji berê ve hatiye organîzekirin û diyarkirin.

Navenda Nûçeyan - Zaxarovayê bal kişand serê wê yekê ku Konseya Îdarî ya Dadgeha Tehkîma Daimî, di rûniştina 95an de sûd ji zêdebûna hejmarên alîgirên serxwebûnê girt û wiha dewam kir: "Dîtineke wiha Çêbû wek ku pêvajo giş ji

berê de hatibû organîzekirin û her tişt diyar bû."

"KESÊ GUH LI FIRIKÊN DEWLETÊN NE BI SERXWEBÛNÊ RE NEKIR"

Herwiha berdeva rûs diyar kir ku konseya îdarî tenê guh da wan axiftinan yên ku piştgiriya Kosovayê dikin û wiha dewam kir: "Tı kesî guh li fikirên dewletên din ên wek Sirbistan, Arjantîn, Brazîlye, Nikaragua, Hindistan û Îspanyayê nekir, ku wan dewletan serxwebûna Kosovayê nenasiye".

"FIKIRA ME NEGUHERIYE"

Ji aliyekî din ve, Zaxarovayê teqez kir ku ew hîn jî Kosovayê wek beşekî ji Kosovayê dihesibînin û wiha dewam kir: "Tiştekî gumanbar e ku Kosova bikare di vê rêxistinê de rola xwe baş bilîze. Ev hewldanên wiha ne tenê ne hiqûqî ne lê belê piştguhkirina berteka Belgradê ye ku cîhanê wê wek hevparekî ji xwe re dihesibîne".

 

 

Bi heman mijarî:

Zaxarova:'Ji Çavuşoglu îtîrafa Ûkrayna û Gurcistanê'
Zaxarova:'Tu girîngiya guherandina hikumeta Tirkiyeyê ya nû tuneye'
Zaxarova:'Moskova, li benda lêborîna Euronewsê ye'
Zaxarova:'Bila Tirkiye bi metodên aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bike'
Zaxarova bersiv da Çavuşoglu:'Divê tu bê darizandin'
Zaxarova:'Dibe hefteya pêşiya Ermenîstan û Azerbeycan li Viyanayê bicivin'
Etîketan:
DADGEHA TEHKÎMÊ, Mariya Zaxarova, Hindistan, Îspanya, Arjantîn, bELGRAD, kOSOVA, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de