13:57 24 Hezîran 2018
Şampiyona jîmnastîk rîtmîk a Rûs û parlementera Dûmayê Alina Kabayeva

Parlementoya Rûsyayê: Astenga li ser atletên paqij, ixlala mafên mirovan e

© Sputnik / KONSTANTIN CHALABOV
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Beşê jêrîn yê Parlementoya Rûsyayê Dumayê ragihand, astengkirina atletên rûs ên ku dopîng bi kar neanîne ji beşdarbûna di olimpiyatan de, binpêkirina mafên mirovan in.

Navenda Nûçeyan — Dûmayê di daxuyaniya xwe de wiha ragihand, "Ji bilî ku ti têkiliya biryara astengkirina ateletan bi binpêxkirinan re tine jî, ev biryar dijî prensîpên bingehîn ên olimpiyatên e jî".

Herwiha daxuyaniyê wiha dewam kir: "ji ber ku hinek hevpîşeyên atletên rûs hîle kirine, astengkirin werzişvanên rûs ên navdar ku beşdarî olimpiyata 31ê ya Rioyê bibin, binpêkirina mafên mirovan e".

Ji aliyekî din ve, hîn jî tê gotin ku werzişvanên ku testa negatîv derketiye, dê bikarin beşdarî olimpiyatan bibin. Nexasim ku Komîteya Olimpiyata Navdewletî (IOC) dê îro di civîna xwe ya dê li Lozana Swîsrayê li dar xîne, dê biryar bide bê ka atletên paqij dê bikarin beşdar bibin an an.

​Herwiha berî niha Yekîtiya Federasyona Atletîzma Navdewletî (IAAF) ji ber sedema "dopînga bi piştgiriya dewletê" biryar dabû ku biryara astengkirinê raneke. Ev jî tê wê wateyê ku atletên rûs nikaribin beşdarî Rio 2016an bibe.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: ‘Îdîaya dopîngê ku nehatibe îspatkirin bêbextî, ye'
Rûsyayê, îdiayên dopîngê yên Olimpiyadên Soçiyê derewandin
Rûsya: "Ji bo atlêtên me herin Rioyê em ê heta dawî tekoşîna xwe bidomînin"
Atletên rûs dê beşdarî olimpiyatên Rioyê nebin
"Di olimpiyatên Rioyê de metirsiyeke cidî ya Zikayê tine"
Gelo Şarapova wê di Olîmpiyadên Rioyê de cih bigre?
Dibe Pûtîn ji bo Olimpiyadên Rioyê here Brezîlyayê
Unîformayên werzîşvanên rûsî yên Rioyê diyar bûn
Etîketan:
dopîng, Yekîtiya Federasyona Atletîzma Navdewletî, IAAF, Parlementoya Rûsyayê, Duma, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de