10:40 22 Hezîran 2018
Alîkariya însanî

Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê 26 ton alîkariya însanî

© Sputnik / Andrey Stenin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan 26 ton alîkariya însanî gihandine herêma Hûms û Dêra Zorê.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji xeyrî bajarê Hûms û Helebê me 26 ton alîkariya însanî ji bo zarok û malbatên sûriyeyî yên li Dêra Zorê di bin dorpêça rêxistina terorîst de. Li gorî daxuyaniyê 8 ton alîkarî li Hûms û Helebê hat parvekirin û balafira şirketa rêya hewayî ya Abakana rûsî bi pereşutan 18 ton alîkariya însanî li Dêra Zorê belav kir.

Hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 155an

Wekî wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li bajarê Derayê bi nûnerên herêmê re peymana agirbestê hat îmzekirin û bi vê re hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 155an. Her wiha li bajarên Heleb, Hema û Hûmsê di encama hevdîtina bi serokên grûbên çekdar re li hev kirin û bi wan re hejmara grûbên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 61ê.

Wekî din li Şamê di nava 24 saetên dawî de 3 caran îxlala agirbestê hat kirin.

Bi heman mijarî:

Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê tonek û nîv alîkariya însanî
Rûsyayê 4 ton alîkariya însanî gihande Sûriyeyê
Rûsyayê 4 ton alîkariya însanî gihand Hûmisê
Ji Moskova û Şamê bo Hemayê alîkariya însanî
Rûsyayê, 50 ton alîkariya însanî gihand Sûriyeyê
Etîketan:
Ji Rûsyayê bo Sûriyeyê alîkarî, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Hema, Şam, Sûriye, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de