17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Stenbol

    Wekîlê Rûs ji bo Stenbolê pêşniyariya navê ‘Kostantînopolîs'ê kir

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Wekîlê Meclîsa Herêmê ya Saînt Petersbûrgê Vîtaliy Mîlonov pêşniyarkir ku bila Stenbol di hemû nexşeyên Rûs û pirtûkên dewletê de wek ‘Kostantînopolîs' were binavkirin.

    Moskova — Vîtaliy Mîlonov ji Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Medvede re nameyek nivisî û bibîrxist ku di serdema Rûsyaya Çarî de navê Kostantînopolîs dihat bikaranîn.

    Wekîlê Rûs anî ziman ku wek Yûnanîstanê di serdema Çarî de Rûsyayê û welatên Ortodoks ên din jî navê ‘Kostantînopolîs'ê bikardanî û got "li Rusyayê gelek kes Stenbolê hîn bi dîroka wê ya Bîzansê re yek digirin. Berê şoreşa Bolşevîkê Stenbol, li Rûsyayê tenê wek Kostantînopolîs dihat binavkirin. Îro jî gelek gelê Mesîhiyên Ortodoks, wek Yûnanîstanê, vê kevneşopiyê didomînin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Polêsan li Stenbol êrişî çalakiya HDPê kirin: 7 kes hatin binçavkirin
    Awistralya hişyar kir: ‘Neçin bajarên Enqere û Stenbol'
    Stenbol - Li navçeya Avcilera teqîn!
    Stenbol - ‘11 kes hatin girtin'
    Etîketan:
    Kostantînpolîs, Saînt Petersbûrg, Meclîs, Dmitriy Medvedev, Vîtaliy Mîlonov, Yûnanîstan, Stenbol, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de