21:52 25 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Sergey Lavrov û Nêçîrvan Barzanî civîneke dualî li dar xistin

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3920

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke dualî li dar xistin.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke dualî li dar xistin.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Sergey Lavrov û Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê, metirsiya terorîst a DAIŞê û girîngiya tekoşîna bi rêxistina terorîzmê nirxandin.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku hevdîtina Lavrov û Barzanî di çarçoveya Foruma Ekonomîk a Navnetweyî ya Saint Petersburgê (SPIEF) pêk hatiye, di hevdîtinê de mijarên petrol, xaza sirûştî û têkiliyên ekonomîk jî di nav de hevkarî û peşxistina têkiliyan hat nirxandin.

    Ji aliyê din ve ​Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsê çapemeniyê Samî Ergoşî hevdîtîna Sergey Lavrov û Nêçîrvan Barzanî bi wêneyekî li ser hisabê xwe yê Twitterê par ve kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Em ê bi Kurdistanê re hin projeyên hevpar yên aborî li dar bixin'
    Şêwirmendê Barzanî: ‘Rûsya ji bo Kurdistanê gelekî girîng e'
    Rûsya: ‘Em hevkariyeke dirêj û stratejîk bi Kurdistanê re plan dikin'
    FLAŞ - Rûsya: 'Me ji bo dijberiya DAIŞ û El Nûsrayê çek dane Kurdistanê'
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Etîketan:
    Foruma Ekonomîk a Navnetweyî ya Saint Petersburgê (SPIEF), Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de