04:28 24 Îlon 2017
Zindî
    Jean-Claude Juncker

    Juncker: "Dibe hinek bi hatina min a Rûsyayê aciz bibin"

    © REUTERS/ VINCENT KESSLER
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker di çûna ji bo Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê de diyar kir ku dibe hatina min a Rûsyayê hinekan aciz bike.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claude Juncker di çûna ji bo Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê de diyar kir ku dibe hatina min a Rûsyayê hinekan aciz bike. Tam di vê dewra ku mijara mûeyîdeyên Yekîtiya Ewropayê yên li Rûsyayê di rojevê de ye, bi hatina min dibe hinek kêd xweş nebin. Lê fikra li vir bûnê xweşiya min diçe. Lewra eqlê selîm dibêje divê bi Rûsyayê were axaftin. Rûsya û Yekîtiya Ewropayê bi hev ve girêdayî ne û berpirsyariya xebata hevpar dikin.

    Jean Claude Juncker di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tucarî têkiliyên Rûsya û Yekîtiya Ewropayê ji asta ku neyên serastkirin derbas nebûn. Lê divê em biaxivin. Di çarçoveya SPIEFê de ez li bendê me ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn axaftineke vekirî û samîmî bike."

    Min tim bawerî bi diyalogê aniye

    Juncker di dirêjiya axaftina xwe de got: "Heke di têkiliyên me de pirsgirêk û bêewlehî hebe jî ne di asteke ku nayê rastkirin de ye. Divê em têkiliyên xwe rast bikin û ez bi ve bawerim. Min tim bawerî bi hêza diyalogê aniye, heke di nava têkiliyên me de pirsgirêk hebin divê em biaxivin û derî ji hev re vekirî bihêlin, heke îro ez li vir bim bizanin ji bo avakirina pirekê ye."

    Bi heman mijarî:

    Juncker vexwendina Kremlînê erê kir û diçe Rûsyayê
    Komîsyona Ewropa: ‘Ji bo Tirkiyeyê em ji standardan tavîzê nadin'
    Serokê Komîsyona Ewropayê bersiva Erdogan da:'Tehdîdên te pere nakin'
    Serokê Komîsyona Ewrûpayê: Ger Tirkiye li ser soza xwe nesekine, dê hevpeyman têk biçe!
    Komîsyona YE:'Divê Tirkiye 5 krîterên din bi cih bîne'
    Avahiya Komîsyona Ewropayê ji ber metirsiya êrişê hate valakirin
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokê Komîsyona Ewropayê, SPIEF, Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê, Vladimîr Pûtîn, Jean-Claude Juncker, Saint Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de