22:47 26 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Wiha diyar e ku Amerîka dixwaze El-Nusrayê ji xwe re bi kar bîne

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî got, “Wiha diyar e ku Amerîka dixwaze milîtanên El-Nusrayê li cihên xwe bimînin ta ku serokê Sûriyeyê Beşar Esadî birûxînin”

    St. Petersburg - Lavrov li paneleke Foruma Navneteweyî ya Aborî ya St. Petersburgê axivî û got, "Amerîka ji ber me re dibêje, ew nikarin dijberên ‘baş' ji cihên El-Nusrayê derxînin û pêdviya wan bi sê-çar mehan heye ji bo vî tiştî pêk bînin".

    Wezîrê rûs axiftina xwe wiha dewam kir: "Lê ev tişt ji min re wek lîstikekê tê, belkî dixwazin El-Nusrayê ji xwe re biparêzin û dûre ji bo rûxandina rejîmê(Serokê Sûriyeyê Beşar Esad) bi kar bîne".

    Herwiha Lavrovî diyar kir ku dijberên ku Erebistan Siûdî piştgiriya wan dike, hîn jî bombebaran dikin û qebûl nakin bu kurd û rejîma hikûmetê re rûnên û wiha dewam kir: “Eger em bombebarankirinê rawestînin, El-Nusra bi xêra alîkariyên leşkerî, çek û cebilxaneyê dê xurttir bibe”.

    “EW BI XWE KERRY SIYASETEMDAREKÎ BÊHNFIREH, NIZANIM ÇI PÊ HAT”

    Lavrovî behsa gotinên Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry  yênderbarê binpêkirinê agirbestê li Sûriyeyê ku  gotibû, “bêhna Amerîkayê têra xwe teng bûye”, kir û wiha got: “Min daxuyaniya Kerryî dît û ez li daxuyaniya wî şaş mam. Ew bi xwe Kerry siyasetmedarekî bêhnfireh e. Nizanim çi pê hat. Divê mirov hinekî din bêhenfireh be. Me (di mijara Sûriyeyê de) ti soz nedaye ti kesî”.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: "Ji bo tetbîqatên Rûsyayê me NATO agahdar kir"
    Lavrov: Divê alîkariyên ji Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê rawestin
    Lavrov û Kerry derbarê hevkariya dijî terorê li Sûriyeyê axivîn
    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
    Lavrov û Kerry derbarê El Nusra û civîna Cenevreyê de hevdîtin pêk anîn
    Lavrov: Li Sûriyeyê diyalogên Rûsya û Amerîkayê bi awayekî xurt berdewam e
    Etîketan:
    binpêkirina agirbestê, ŞER, El-Nusra, Beşar Esad, John Kerry, Sergey Lavrov, St. Petersburg, Tirkiye, Amerîka, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de