08:43 23 Îlon 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî, merasîma vekirina Konsulxaneya Îtalyayê

    Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî gihîşt Rûsyayê

    © Hikûmeta Herêma Kurdistanê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî ku tevlî Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê bibe, gihîşte Moskovayê.

    Moskova — Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî ku tevlî Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê bibe, gihîşte Moskovayê. Barzanî, dê bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û hinek rayedarên rûsî din re hevdîtinan pêk bîne.

    Sekreterê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergoşî li bajarê Saint Petersburga Rûsyayê ragihand ku "Roja pêncşemî 16ê Hezîranê bîstemîn Korbenda Aborî li bajarê Saint Petersburga Rûsyayê dest pê dike. Şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî gihîştiye Rûsyayê, da ku di beşdarî forumê bibe"

    Samî Ergoşî her wiha got, di kevana vê Foruma Aborî de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê bi Serokê Parlamentoya Rûsyayê, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û Serokê Şîrketa Gazproma Rûsyayê Alexey Miller re hevdîtinan pêk bîne.

    Ergorşî ragihand ku: "Beşdarîkirina Serokwezîr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Rûsyayê ye."

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan li benda sewqîyata amûrên leşkerî yên Rûsyayê ye
    Serxwebûna Kurdistan di rojeva Rûsyayê de ye
    Kurdistan: Tu alîkariyên Rûsyayê negihiştine pêşmerge
    Nêçîrvan Barzanî serdana Rûsyayê dike
    Nêçîrvan Barzanî piştgirî da xweseriyê
    Etîketan:
    Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê, Barzanî ji bo serdaneke fermî gîhişt Moskovayê, Samî Ergoşî, Sergey Lavrov, Nêçîrvan Barzanî, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de