11:39 21 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Nicolas Sarkozy

    Pûtîn pêşwaziya dostê xwe Sarkozyî kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêşwaziya dostê xwe Serokê Partiya Komarparêz û serokomarê Fransayê yê berê Nicolas Sarkozyî kir.

    Saint Petersburg - Pûtîn û Sarkozy, li Qesra Konstantinovskî li Saint Petersburgê ku wê mahzuvaniya Foruma Ekonomîk a Navneteweyî bike di xwarina êvarê de hatin cem hev.

    Pûtîn: "Niha pozîsyona te baştir e, tu dikare bi eşkere biaxive"

    Serokê Rûsyayê Pûtîn beriya ku derbasî civînê bibin bi zimanekî henekî ji Sarkozyî re got, niha tu di pozîsyoneke baştir de ye, tu dikare bi eşkere biaxive. Gelek tiştên ku em biaxivin hene.

    Sarkozy: "Ez li dijî dîwarê veqetandina Rûsya û Ewropayê me"

    Nicolas Sarkozy berîya ku here foruma Saint Petersburgê li Parîsê daxuyaniyek da rojnamevanan û got: "Ez li dijî polîtîkayên dijminane yên Ewropa ku li hemberî Rûsyayê bi kar tîne me. Tu pêwistiya me bi şerekî nû yê sar tuneye û ez li dijî avakirina dîwarên ku Rûsya û Ewropayê ji hev veqetînin im."

    Divê mûeyîde hêdî hêdî werin rakirin

    Sarkozyî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê em van polîtîkayên ku hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla ekonomîkî ve Rûsyayê dûr dixin ji nû ve ji çav derbas bikin. Her wiha ev mûeyîde divê beramberî hev hêdî hêdî werin rakirin û ji bo başbûna têkiliyan gav bên avêtin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Pûtîn bo "Înîsiyatîfa Tekoşîna Terorîzma Nûkleerî" peyam
    Pûtîn fermana ‘venêrîna ji nişka ve' da Artêşa Rûsyayê
    Pûtîn peyama sersaxiyê ji Obama re şand
    Pûtîn ‘Roja Rûsyayê' pîroz kir
    Pûtîn, ji bo êrişa Aktobeyê peyama sersaxiyê ji Nazarbayev re şand
    Etîketan:
    Serokomarê berê yê Fransayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Foruma Ekonomîk a Navneteweyî ya Saint Petersburgê, Nicolas Sarkozy, Vladimîr Pûtîn, Saint Petersburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de