19:16 23 Hezîran 2018
Ala Tirkiye û Rûsyayê

Galip Savaşir: "Nameya Erdogan ne asaya bi sêhr e"

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Avrasya ya Konseya Karsazên Tirk a Cihanê (DTİK) Ali Galip Savaşir ragihand nameya ku Erdogan ji Pûtîn re şand ne asayê bi sêhr e.

View of the Kremlin Wall, Kremlin cathedrals and the ice-bound Moskva River.
© Sputnik / Mikhail Fomichov
Navenda Nûçeyan — Serokê Komîteya Avrasya ya Konseya Karsazên Tirk a Cihanê (DTİK) Ali Galip Savaşir ragihand nameya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ‘Roja Rûsyayê' ya 12ê Hezîranê ji Pûtîn re şand gaveke erênî û girîng bû. Savaşir, ez nameyê gelekî girîng dibinim, lê ez wê jî wekî asayekî bi sêhr jî nabînim.

Ali Galip Savaşir di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Nameya ku Erdogan ji Pûtîn re şand gaveke erênî bû, lê ez vê wekî asayekî bi sêhr jî nabînim. Ez vê wekî bersivdayîna Yûnanîstanê difikirim. Ev gav ji bo Rûsyayê jî girîng e, lê wê têr neyê dîtin. Ji vir û pê ve her du alî jî wê diqatir bin û vê pêvajoyê wê bimeşînin. Di vê navberê gelek bar dikeve stûyê çapemeniyê."

Êdî bila têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê rast bibin

Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs /RTİB) Naki Karaaslan jî got: "Divê kêlî berî kêliyekê têkiliyên navbera her du welatan rast bibe. Nameya Serokomar ji bo çareseriya pirsgirêkên rûs û tirk gaveke girîng bû û divê her du jî beramberî hev gavên wiha biavêjin. Du welatên cîran, dixwazin pêwendiyên wan rast bibin. Hem pêwsitiya tirkên ku li Rûsyayê dijîn û hem jî ya karsazên me hemûyan bi vê aştî û dostaniyê heye. Divê her du alî jî derî vekirî bihêlin."

Bi heman mijarî:

Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
Rûsya:’Çek û milîtan ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diçin Helebê’
Etîketan:
Tekiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Serokê Yekîtiya Karsazên Tirk û Rûs (RTİB), Serokê Komîteya Avrasya ya Konseya Karsazên Tirk a Cihanê (DTİK), Naki Karaaslan, Ali Galip Savaşir, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de