08:41 21 Sibat 2018
Zindî
    Vladimir Pûtîn û Recep Teyîp Erdogan

    Markov: "Nameya Erdogan gaveke erênî ye"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yê Rûsyayê Sergey Markov ragihand nameya ku Erdogan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re şand gaveke erênî bû.

    Moskova — Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yê Rûsyayê Sergey Markov ragihand nameya ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 12ê Hezîranê de ji bo ‘Roja Rûsyayê' ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re şand gaveke erênî bû. Erdogan bi vê nameyê xwest têkiliyên xwe ligel Rûsyayê baş bikin. Çend roj berê jî ji bo başbûna têkiliyan çend daxuyaniyên wiha hatibûn dayîn û Erdogan xwestibû têkiliyên wan werin asta berê. Ev girîng û gavên pir erênî ne.

    Qatilê pîlotê me hê jî serbest digere

    Sergey Markov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Erdogan hê jî di teza xwe de îsrar dike û dibeje ji bo berjewendiya ewlehiya Tirkiyeyê balafira rûsî hat xistin. Pîlotê me ji terefê hemwelatiyekî Tirkiyeyê ku bi terorîstan re têkildar bû hat kuştin. Ev jî li hemberî Rûsyayê qetl û heqreteke mezin e, em ê çawa çav ji vê qetlê re bigirin. Heke Tirkiye kuştina pîlotê rûsî girîng negire, Rûsya wê çawa destûra çûna bi milyonan turîstan ji bo Tirkiyeyê bide?

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
    Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
    Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
    Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
    Etîketan:
    Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yê Rûsyayê, Serokê dewleta Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimîr Pûtin, Recep Tayyip Erdogan, Sergey Markov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de