16:25 20 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: "Ji bo tetbîqatên Rûsyayê me NATO agahdar kir"

    © Foto: MFA Russia
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku li Rûsyayê ji bo tetbîqatên ji nişka ve em NATOyê berê agahdar dikin û div an tetbîqatan de em tu peymanan îxlal nakin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku li Rûsyayê ji bo tetbîqatên ji nişka ve em NATOyê berê agahdar dikin û div an tetbîqatan de em tu peymanan îxlal nakin.

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg îdia kiribû ku tetbîqatên ji nişka ve yen Rûsyayê zelalî û pêşbiniyê têk dibin û ji bo ku NATO bikaribe çavdêriya van tetbîqatan bike divê di Peymana Viyanayê de hinek guherandin werin kirin.

    Bila tu kes gumanan neke

    Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: "Bila herkes bizanibe di her şert û merci de em ê ewlehiya can û malê hemwelatiyên xwe biparêzin û bila tu kes jî ji vê gumanan neke."

    Hê jî li hemberî me kampanya têne meşandin

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe ya rûniştina Dumayê de got: "Tu planên me tunin û em nakevin nava şerê ku Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewropayê me dikşîne navê. Em her tim ji bo mafên wek hevî ji hevkariyê û diyalogê re amade ne. Lê hê jî em dibînin ku li hemberî Rûsyayê kampanya têne meşandin û hewldanên guwaşî berdewam in."

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê alîkariyên ji Tirkiyeyê diçin Sûriyeyê rawestin
    Lavrov û Kerry derbarê hevkariya dijî terorê li Sûriyeyê axivîn
    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
    Lavrov û Kerry derbarê El Nusra û civîna Cenevreyê de hevdîtin pêk anîn
    Lavrov: Li Sûriyeyê diyalogên Rûsya û Amerîkayê bi awayekî xurt berdewam e
    Etîketan:
    Lavrov em NATOyê agahdar dikin, NATO, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Jens Stoltenberg, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de