19:16 23 Hezîran 2018
Spûtnîk

Spûtnîk, wê bibe şirîkê Foruma Ekonomiya St. Petersburgê ya Navneteweyî

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Ajansa nûçeyan û radyoyê Spûtnîkê wê bibe şirîkê medyaya Foruma Ekonomiya Saint Petersburgê ya Navneteweyî ku di 16 û 18ê Hezîranê de tê lidarxistin.

St. Petersburg - Roja ku forum pêk were siyasetmedar, pispor û rêvebirên şirketên mezin bi rêya studyoya radyoyê Spûtnîkê wê nêrînen xwe bigihînin guhdarê xwe.

Pêşveçûnên nûjen, agahî û nûçeyên derbarê forumê de li ser malpera înternetê ya Spûtnîkê ku ji 30î zêdetir bi zimanî weşanê dike her tim dikarin xwe bigihjînê. Her wiha Spûtnîk sponsoriya çalakiya sporê ya Fight Nights (Şevên Şerî) digire ser xwe.

Di 17ê Hezîranê de di çarçoveya SPIEFyê de şerkerê rûsî yê navdar Fedor Emelyanenko di ringê de bi şerkerê brezîlyayî Fabio Maldonado re tê beramberî hev. Di portalên Spûtnîkê de derbarê pêşbaziyê de nûçeyên eleqedar, wêne û hevpeyvînên bi şerkeran re dê werin weşandin.

Mahzuvaniya 10 hezar beşdarvanan dike

SPIEF, wekî çalakgireke ku dexme li ekonomî û bazirganiya cihanê xistiye tê naskirin.

Di forumê de ji Rûsyayê û ji çar aliyê cihanê bi beşdariya 10 hezar kesî ji serokê dewletên pêşdikevin bigirin hetanî rêvebirên şirketên mezin, endamên çapemeniyê, mirovên zanist û nûnerên saziyên sîvil û civakî cih digirin.

Bi heman mijarî:

Spûtnîk ketiye hedefa lobiya şer: Çerxa propexandeyê li dijî Kremlînê çawa dizîvire?
HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
Pêşmerge ji bo Spûtnîk Kurdistanê: 'DAIŞ tenê li riya revê digere'
Spûtnîk dibe sponsora çapemeniyê ya kongreya Yekîtiya Dewletên Serbixwe
Spûtnîk Kurdistan Cejna We ya Qurbanê Pîroz Dike!
Etîketan:
Sponsoriya ajansa Spûtnîkê, Foruma Ekonomiya Saint Petersburgê ya Navneteweyî, SPIEF, Fabio Maldonado, Fedor Emelyanenko, St. Petersburg, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de