20:03 18 Hezîran 2018
Rusya’nın BM Daimi Temsilcisi Vitaliy Çurkin

Rûsya: Êdî hinek dewlet eşkere piştgiriyê didin terorîstên li Sûriyeyê

© AP Photo / Seth Wenig
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li NYyê Vitaliy Çurkin ragihand, hinek dewletên ku ketine nav şerê li Sûriyeyê, êdî ne bi awayekî veşartî lê eşkere piştgiriyê didin terorîstên li Sûriyeyê.

Navenda Nûçeyan — Çûrkin bi televizyona Rossiya24ê re axivî û got, "hinek dewlet ji boberjwendiyên xwe yên jeopolîtîk, hema hema bi eşkereyî pistgiriya rêxistinên terorîst dikin. Wek mîna, eger piştgiriyek ji derve de ji DAIŞê re neçûya, ne pêkan bû ku DAIŞ di rewşa xwe ya niha de bima".

Çûrkînî diyar kir ku Erebistana Siûdî ji mezinbûna Îranê ditiriselê hinek dewlet jî hene hema dixwazin Beşar Esadî têk bibin û wiha dewam kir: "Gelek aktorên herêmê, ji bo têkbirina ‘rejîma Esadî', wek ew dibêjin, ev rewşa jeopolîtîk derket. Şer ewqasî dirêj bû û ewqasî tev li hev bû, ku êdî niha ew dewlet pêngavên wiha diavêjin, ku ti kes newêre biavêje. Berê piştgiriya wiha eşkere ji terorîstan re nedihat dîtin".

Bi heman mijarî:

Rûsyayê ji bo sewkiyata kîmyewî ya sînorê Tirkiye û Sûriyeyê hişyarî kir
DAIŞ gundê ser sînorê Tirkiye teslîmî cîhadîstan kir
Artêşa Tirkiye sewkiyata obusan ji bo sînorê Sûriyeyê dike
Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
Rûsya:’Çek û milîtan ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diçin Helebê’
Xaça Sor: Tirkiye naxwaze em biçin herêmên wê yên li sînorê Sûriyeyê
Etîketan:
piştgiriya terorîstan, terorîst, DAIŞ, Rossiya24, Beşar Esad, Îran, Sûriye, Erebistana siûdî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de