14:52 19 Sibat 2018
Zindî
    NATO û Rûsya

    Rûsya: Me hêj bersivek erênî nedaye NATOyê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Beşa Hevkariya Ewropayê ya Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê Andrey Kelin, ragihand ku Moskova beriya lûtkeya NATOyê ku konsea Rûsya - NOTO bicivin an ne hêj bersivek erenî nedaye Brûkselê.

    Moskova — Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg dûh daxuyadibû ku beriya civîna NATOyê ya di 8-9ê Tîrmehê ku li Varşovayê bê lidarxistin bi Rûsyayê re dixwazin civînek pêk bînin. Andrey Kelin, ji medyayê re vexwendina sekreterê NATOyê nirxad û got: ‘Moskova hêj bersiva civîna Rusya-NATO ku di asta nûnerê daîmî de pêk were nedeye.'

    ‘CIVÎN DÊ RAGEŞIYÊ KÊM BIKE'

    Kelin diyar kir ku di lûtkeya NATOyê de kîjan mijar bê gûftugokirin ne eşkere ne. Lê em dizanin ku di li ser mijaran hevdîtin dewam dikin. Ji ber vê yekê em civîna Konseya Rusya-NATOê ji bo rageşiyê kêm bike, pewîst dibînin. Lêbelê dîroka Konseyê hêj nehatiye kifşkirin lê xebatên me yên ji bo kifş kirina dîrokê dewam dikin.

    ‘DIBÊ KU PIŞTÎ LÛTKEYÊ JÎ PÊK WERE'

    Navborî destnîşan kir ku îxtîmal heye ku civîn piştî lûtkeya NATOyê pêk were. Ji ber krîza li Ukraynayê Konseya Rusya-NATOyê piştî du salan di 20ê Nîsanê de pêk hatibû.

    Bi heman mijarî:

    NATO:'Em dixwazin şensê xwe yê diyalogê bi Rûsyayê bimeşînin'
    Gruşko:'Bila NATO helwesta xwe ya Rûsyayê ji çav derbas bike'
    NATO: Em bi Rûsyayê re şerekî nû yê sar naxwazin
    Lavrov: ‘NATO, vê daxuyaniyê li gorî çi dide?'
    Pispora rûsî:'Divê NATO daxuyaniya Tayyar binirxîne'
    Etîketan:
    pêwist, erenî, civîn, bersiv, dîrok, NATO, Ajansa Interfaksê, Andrey Kelin, Jens Stoltenberg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de