10:28 18 Hezîran 2018
Dmitriy Peskov

Kremlîn: Li hemberî NATOyê bergiriyên hewce tên girtin

© Foto : Host photo agency
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyarkir ku Wezareta Parastinê ya Rûsyayê faliyetên NATOyê yên li ser sînorê Rûsyayê dişopîne û bergiriyên hewce digire.

Moskova — Peskov da zanîn ku dibe ku NATO ji serê sala 2017an şûn ve 4 tabûre leşker li welatên Baltikê û Polonyayê bicih bike. Peskov lê zede kir û got wezaretiya parastinê û saziyên bi vê yekê re têkildar in, tevgerên yekîneyên leşkerî yên biyanî yên li ser sînorên me dişopînin, analîz dikin û ji bo parastina berjewendiyên Rûsyayê û pêkanîna ewlehiyê bergiriyên hewce digirin.

‘Pûtîn Û Fîco peywendiyên Rûsya û YEyê axivîn'

Peskov diyarkir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco re bi riya telefonê hevdîtinek kiriye. Peskov ragihand ku di hevdîtînê de di serî de aborî, peywendiyên di navbera herdu aliyan de hatine axavtin û di çarçoveya serokatiya YEyê de ku Bratîslava dê di 1ê Tîrmehê de destpê bike, peywendiyên Rûsya û YE hate axavtin.

 

Bi heman mijarî:

Kremlîn: ‘Îdîaya dopîngê ku nehatibe îspatkirin bêbextî, ye'
Kremlîn: ‘Pûtîn serdana Fînlandiyayê dike'
Kremlîn:'Tirkiye ji bo başbûna pêwendiyan xala herî girîng ji bîr dike'
Kremlîn:'Têkiliyên me bi Tirkiyeyê re, bi grûba xebatê çareser nabe'
Kremlîn:'Me qet texmîn nedikir ku pêkera Pûtîn ji Brexitê re bibe alet'
Etîketan:
YE, Kremlîn, Robert Fico, Dmitriy Peskov, Vladîmîr Pûtîn, Slovakya, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de