21:51 22 Sibat 2018
Zindî
    Patrîk Kirill

    Dêra Ortodoks a Rûsyayê daxwaza Patrîkxaneya Rûm a Fener red kir

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Tekiliyên Derve yê Dêra Ortodoks a Rûsyayê Metropolît Hilarion ragihand ku em ê tevlî civîna di bin serokatiya Patrîkxaneya Rûm a Fener li Yûnanîstanê nebin.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Tekiliyên Derve yê Dêra Ortodoks a Rûsyayê Metropolît Hilarion ragihand ku em tevlî civîna di bin serokatiya Patrîkxaneya Rûm a Fener ku li Girava Girita Yûnanîstanê di 16ê Hezîranê de ku piştî salekê ev cara yekemîn e Konsila Ortodoksan wê bicive nabin.

    Metropolît Hilarion di hevpeyvîna xwe ya Russiya Todayê (RT) de got: "Serokê 14 dêrên xrîstiyanên Ortodoks wê civîneke dîrokî bikirana, lê ji wan 5 jê veqetiyan û divê ev hevdîtin were bipaşxistin."

    Di nava dêran de pirsgirêk hene

    Hilarion di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di nava dêrên Ortodoks de jî gelek pirsgirêk hene, dibe ku ev pirsgirêk biçûk werin dîtin, lê ji bo dêran mijarên girîng in. Dêr, li pey hev daxuyaniyan didin ku wê tevlî Konsilê nebin. Ev jî tê vê wateyê ku êdî yek bawerî û Konsileke Ortodoksan tuneye. Çareseriya herî baş niha paşxistina vê Konsilê ye."

    Bi heman mijarî:

    Patrîk Kîrîl, hêvî xwest ku gengeşiya NATO û Rûsyayê kêm bibe
    Dêra Kurdziman a Rojava zarok bi kurdî şa kirin
    Rûsya: "Di êrişa Orlandoyê de xeletiya îstîxbarata Amerîkayê heye"
    Rûsya: 'Em ê bi Kurdistanê re hin projeyên hevpar yên aborî li dar bixin'
    Rûsya: ‘Hejmara jiyangehên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 146an'
    Etîketan:
    Patrîkxaneya Rûm a Fener, Serokê Tekiliyên Derve yê Dêra Ortodoks a Rûsyayê, Metropolît Hilarion, Patrîk Kirill, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de