14:06 22 Hezîran 2018
Sergey Narişkîn

Rûsya: "Di êrişa Orlandoyê de xeletiya îstîxbarata Amerîkayê heye"

© AP Photo / Arşiv
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê Sergey Narişkîn ragihand ku êrişa klûba hevezayendan a Orlandoyê ji ber xeletiya îstîxbarata Amerîkayê pêk hat.

Moskova — Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê Sergey Narişkîn di daxuyaniyên xwe ji bo medyaya Rûsyayê de ragihand serê pêşî em dikarin vê bêjin ku êrişa klûba hevezayendan a Orlandoya Florîdayê ji ber xeletiya îstîxbarata Amerîkayê pêk hat. Lewra wan bi xwe jî îtîraf kir ku terorîst 3 caran xistine lêpirsînê.

Mijara firotina çekan divê ji nû ve were nirxandin

Sergey Narişkîn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî êrişa kuştinî divê bi serbestî mijara firotina çekan ji nû ve were nirxandin. Ev mijara ku berê jî çend cara di nava civata Amerîkayê de hat nîqaşkirin divê Washîngton ji nû vê mijarê binirxîne. Ev bûyera terorî ku qewimî, wê dîmênekî din bide vê mijarê."

Ji aliyê din ve Narişkîn di dirêjiya axaftina xwe de ji bo kes û malbatên ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn sersaxî xwest.

Bi heman mijarî:

Êrîşkarê Orlandoyê, berê serdana Erebistana Siûdî kiribû
Hevserokên HDPê ji bo êrîşa Orlandoyê peyama sersaxiyê şandin
Radyoyê DAIŞê: ‘Êrişkarê Orlandoyê leşkerê xîlafetê yê li Amerîkayê bû'
Êrişkarê Orlandoyê Omer Metin, çawa di bin taqîba FBIyê de çek standin
Etîketan:
Êrişa terorî ya Orlandoyê, Serokê Dumaya Dewleta Rûsyayê, Sergey Narişkîn, Florîda, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de