00:22 19 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn fermana ‘venêrîna ji nişka ve' da Artêşa Rûsyayê

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn fermana ‘venêrîna ji nişka ve' da Artêşa Rûsyayê.

Moskova — Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku bi fermana Serokê Rûsyayê Pûtîn saet li 07.00an ji bo venêrîna ji nişka ve dê di rewşên lezgîn de hereketa leşkerên Rûsyayê biceribîne.

Her wiha li gorî Wêzîrê Parastinê Şoygu di venêrîna nişkê de wê depoyên cebilxane û çend cihên nuqteyên leşkerî werin teftîşkirin. Wekî din venêrîna ji nişqa ve dê hetanî 22ê Hezîranê bidome.

Fermandayîna Pûtîn a venêrîna ji nişka ve ku daye artêşê tam jî rastî demeke ku NATO li dewletên Baltikê û li Polonyayê tetbîqatan dike tê.

Venêrîneke din wiha jî di meha adarê de li nava hêzên hewayî hatibû kirin, 30 hezar leşker tevlî venêrîna ji nişka ve bibûn.

Bi heman mijarî:

Pûtîn peyama sersaxiyê ji Obama re şand
Pûtîn ‘Roja Rûsyayê' pîroz kir
Pûtîn, ji bo êrişa Aktobeyê peyama sersaxiyê ji Nazarbayev re şand
Pûtîn: ‘Dema min ji xewê re namîne'
Axaftina Pûtîn a aştiyê Ataturk bi bîr xist
Etîketan:
Venêrîna ji nişka ve, NATO, Serokê Dewleta Rûsyayê, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de