18:16 21 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov û Riyad Malik

    Rûsya: ‘Ji bo Îsraîl û Filistîn rûnên masê em dixebitin'

    © RT .
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ji bo ku dîsa mûzakere di navbera Îsraîl û Filistînê de werin destpekirin em dixebitin.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Filistînê Riyad El Malik re di civîna çapemenî de ragihand ji bo ku dîsa mûzakere di navbera Îsraîl û Filistînê de werin destpekirin em dixebitin.

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di hevdîtina îro de me ev mijar nirxand. Ji bo ku em pêşiya helwesta negatif bigirin girtina tedwîrên pêwist divê. Zêdebûna gengeşiyê tenê wê di berjewendiya radîkalîstên li Efrîqa, Başûr û li Rojjhilata Navîn in be. Rûsya, ji bo ku di nava aliyan de dîsa danûstandin were destpêkirin û ji bo avakirina şert û mercan dixebite.'

    Çarînên Rojhilata Navîn divê roleke aktîf bilîzin

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: 'Çarîna Rojhilata Navîn ku ji Rûsya, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û ji Yekîtiya Ewropayê pêk tê ji bo daxistina gengeşiya navbera Îsraîl û Filistînê divê roleke aktîf bilîze. Çarînên Rojhilata Navîn bi hevqalbendên xwe re ji bo mijara çareseriyê raporteke ku ji wesiyetan pêk tê hatiye amadekirin. Em bawerin ku ev raport ji bo pêvajoya çareseriyê wê kedeke mezin bide.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Kerry derbarê hevkariya dijî terorê li Sûriyeyê axivîn
    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
    Lavrov: Li Sûriyeyê diyalogên Rûsya û Amerîkayê bi awayekî xurt berdewam e
    Lavrov û Kerry, bi rêya telefonê sînorê Sûriyeyê nirxandin
    Lavrov: Me destê aştiyê dirêjî Tirkiyeyê nekiriye
    Etîketan:
    Çarînên Rojhilata Navîn, Wezîrê Derve yê Filistînê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Riyad El Malik, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de