00:18 19 Hezîran 2018
Benjamin Netanyahu û Vladimîr Pûtîn

Axaftina Pûtîn a aştiyê Ataturk bi bîr xist

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Avrasya ya Konseya Kar a Tirkên Cihanê (DTİK) Ali Galip Savaşir ragihand ku axaftina Pûtîn a derbarê hevdîtînên Îsraîl û Tirkiyeyê de gelekî erênî bû.

Navenda Nûçeyan — Serokê Komîteya Avrasya ya Konseya Kar a Tirkên Cihanê (DTİK) Ali Galip Savaşir got: "Duhî Pûtîn piştî ku bi Serokwezîrê Îsraîlê re hat cem hev civîneke çapemeniyê li dar xist. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina ya derbarê hevdîtinan de ku

got: ‘Ez bi erênî li hevdîtinên Tirkiye û Îsraîlê temaşe dikim. Di nava dewletan de çikas kêm pirsgirêk hebin hewçend başe.' Ev peyama Pûtîn gelekî girîng e. Ev axaftina duyemîn a Pûtînê ku derbarê Tirkiyeyê de tiştên erênî dibêje. Ez vê terz û helwesta Pûtîn dişibînim axaftina Avakarê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk ku gotibû ‘Li Cihanê Aştî'. Ya rastî Pûtîn jî ev peyam da ku got:'Di navbera dewletan de çikas pirsgirêk kêm bin hewçend başe."

Hevalbendên Nazim jî dostaniya Tirkiye û Rûsyayê dixwazin

Savaşir di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Her kes dixwaze têkiliyên navbera Tirkiye û Rûsyayê rast bibin. Di 3ê Hezîranê de li Moskovayê me ji bo bîranîna sersala 53yemîn a Nazim Hikmet bernameyek li dar xist. Gelek hûnermend, rewşenbîr, nivîskar û dostên Nazim tevlî bûn. Min bi wan re xeberda ew jî dixwazin têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê rast bibin û ji van bûyerên qewimî pir xemgîn in.'

Bi heman mijarî:

Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
Rûsya:’Çek û milîtan ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diçin Helebê’
Rûsya: ‘Tirkiye hê jî bi top û hawanan êrişî kurdên Sûriyeyê dike'
Etîketan:
Serokê Dewleta Rûsyayê, Serokê Komîteya Avrasya ya Konseya Kar a Tirkên Cihanê (DTİK), Vladimîr Pûtîn, Ali Galip Savaşir, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de