17:57 22 Sibat 2018
Zindî
    Keleşkof

    Keleşkof, bi 60 mexazayên nû bazara xwe fireh dike

    © Sputnik/ Evgeny Biyatov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Keleşkofa Rûsyayê ku di hilberina tifingên otomotîk de yekemîn e, amadehiyan dike ku cûrê berhemên xwe bi aksesuar û cilan berfireh bike.

    Moskova — Midûrê Bazarkarî yê Keleşkofê Vladimîr Dmitriyev di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiyayê de ragihand ku li gorî plansaziyê hetanî dawiya salê li çend herêmên cûda yen Rûsyayê em ê 60 mexazayab vekin.

    Vladimîr Dmitriyev di berdewamiya axaftina xwe de got. ‘Di mexazayan de ji xeyrî çekan em ê lîbasên çekî û aksesuaran jî bifroşin. Ez demeke dirêj di sektora otomotîvê de xebitim, ez hê jî fêhm nakim bê çima hetanî niha em neketine vê beşa lîbas û aksesuaran. Fîrmayên wekî Caterpiller û Ferrarî ji sedî 10ê dahatuyên xwe ji markayên ku bi navê xwe dixin bazarî bi dest dixin. Keleşkof jî markayeke cihanê ye û ez bawerim berhemên ku armaya me li ser be wê bi qasî berhemên me yê yekemîn were naskirin.

    Bi saya mûeyîdeyan me 33 milyon dolar qezenç kir

    Dmitriyev di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Mûeyîdeyên dijî Rûsyayê eleqeya bi Keleşkofê re zêde kir. Berê sedî 70 çek û amûrên sporê ku di nêçîrvaniyê de dihatin bikaranîn ji bazara Ewropa û Amerîkayê dihat peydekirin. Piştî ku mûeyîde ketin meriyetê, Keleşkofê berê xwe mezexerê rûsî para xwe di bazara sivîlan zêde kir û cûreyên berhemên xwe fireh kir. Şirket di sala 2015an 33 milyon dolar qezenç kir.

    Bi heman mijarî:

    Ji şirketa Keleşkofê bo hêzên taybet ên Rûsyayê tifingeyeke nû
    Rûsya: ‘Konvoya ku ji Tirkiyeyê çek ji DAIŞê re dibirin hat tespîtkirin'
    Rûsya û Îsraîl dê taqasa tankan bikin
    Rûsya: ‘Ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê em ê bixebitin'
    Rûsya: ‘Bîrên petrolê yên DAIŞê hatin îmhakirin'
    Etîketan:
    Keleşkof 60 maxazeyên nû vedike, Midûrê Bazarkarî yê Keleşkofê, Şirketa berhemdêr a Keleşnîkof, Vladimîr Dmitriyev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de