13:56 22 Hezîran 2018
Alparslan Çelik

Dozvekirina Alparslan Çelik têkiliyên Enqere û Moskovayê rast nake

© Foto : Facebook
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Alparslan Çelikê ku di gelek platforman de ji bo kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov li xwe mikur hat. Li gorî pisporan tenê dozvekirina Çelik têkiliyên navbera Enqere û Moskovayê baş nabin.

Moskova — Alparslan Çelikê ku di gelek platforman de ji bo kuştina pîlotê rûsî Oleg Peşkov li xwe mikur hat. Li gorî pisporan tenê dozvekirina Çelik têkiliyên navbera Enqere û Moskovayê baş nabin.

Cîgirê serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yên Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê Vladimîr Cabarov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiyayê de ragihand ku ev pêşveçûn ji bo sazkirina aştiyê nayê nirxandin. Lewra beriya her tiştî divê Tirkiyê ji bo kuştina pîlot û xistina balafirê lêborînê bixwaze.

Li gorî min ev bêhiqûqî ye

Vladimîr Cabarov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di dozvekirina Alparslan Çelik de formuleke ne rast heye. Vî însanî hemwelatiyekî rûsî kuşt, lê ji bo ku çek pêydekirinê derheqê wî de doz hatiye vekirin, li gorî min ev bêhiqûqî ye. Di daxwazên Rûsyayê yên ji bo Tirkiyeyê de tu tiştekî ku hatibe guhertin tuneye. Ji bo normalîzebûna pêwendiyan divê Enqere bi fermî xeletiya xwe fêhm bike, lêborînê bixwaze, sûcdaran ceza bike û tezmînatê bide.'

Bi heman mijarî:

Zaxarova bersiva nameya Alparslan Çelik da
Alparslan Çelik nameya aştiyê ji berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê re şand
Zaxarova:'Me Çelik ji Tirkiyeyê xwest, lê hê bersiv nehatiye'
Îadekirina Alparslan Çelik ji bo Rûsyayê îhtîmaleke kêm e
Kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik hat binçavkirin
Etîketan:
Cîgirê serokê komîteya têkiliyên navneteweyî yên Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê, Cezakirina kujerê pîlotê rûsî, Vladimîr Cabarov, Alparslan Çelik, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de