19:45 25 Gulan 2018
Hevdîtina Vladimir Putin û Benjamin Netenyahu

Putin: Têkiliyên me bi Îsraîlê re gelekî giring in

© Sputnik / Sergei Guneev
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin, Îsraîl wek “yek ji giringtirîn welatên Rojhilata Navîn” bi nav kir û teqez kir ku têkiliyên wan bi Îsraîlê re gelekî giring in.

Moskova — Di beşê vekirî yê hevdîtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netenyahu de, Putînî wiha got, "têkiliyên bi Îsraîlê re ne ji ber ku Îsraîl yek ji giringtirîn welatên Rojhilata Navîn e lê belê ji ber wê ye ku têkiliyên dîrokî yên van herdû welatan bi hev ve girêdidin, lewra jî em giringiyeke mezin didinê".

"75 SALIYA PÊWENDIYÊN DÎPLOMATÎK"

Herwiha Putîn teqez kir ku ew kesên ji Rûsyayê koçberî Îsraîlê bûne, têkiliyên xwe bi Rûsyayê re nebirîne û ew têkilî ji Rûsyayê gelekî giring in.

Ji aliyekî din ve, Serokwezîrê Îsraîlê got, "di wezîrên me hene ku zimanê wan ê dayikî rûsî ye û ew kesên ku ji dema Soviyetê hatine Îsraîlê bûne pirek di navbera herdû dewletan de".

Ev hevdîtina di navbera Putin û Netenyahûyî de, dikeve salvegera 75emîn ya destpêka pêwendiyên dîplomatîk di navbera herdû welatan de.

Bi heman mijarî:

Putîn: Geştiyarên rûsî amadene ku berê xwe ji Tirkiyê bizîvirînin Yewnanîstanê
Putîn: Rewşa Sûriyeyê bi piştevaniya Rûsyayê baş e
Ermenistan û Azarbeycan şer dikin - 12 kuşti - Putîn banga agirbestê kir!
Erdogan: Min ji Putîn re got ku li wir Tirkmen hene
Putîn serkeftina Çîne ya dîrokî pîroz dike
Etîketan:
têkiliyên dewletan, Soviyet, Benjamin Netanyahu, Vladimir Putin, Îsraîl, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de