09:18 22 Gulan 2018
    Zulfu Livaneli

    Zulfu Livaneli: Divê Tirkiye lêborînê ji Rûsyayê bixwaze

    © Foto : AA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskar û muzîkjen Zulfu Livaneli, ji ber Tirkiyê di 24ê Mijdarê de balajira rûsî ya SU-24 xistiye, got ku divê hikûmeta Tirk lêborînê ji Rûsyayê bixwaze.

    Moskova — Livaneli ji Sputnikê re axivî û diyarkir ku ew ji ber krîza di navbera Tirkan û Rusan de gelekî xemgîn e. Lîvanelî di vê mijarê de wiha nirxandin kir: Rûsya ji bo me hevkareke wisa ye ku gelekî girîng e. Ez fam nakim ku çima balafir hate xistin û tevahiya van tiştan çêbûn. Ez nizanim ku kî van biryaran distîne û kî van fermanan dide. Mirina pîlot bandoreke geleke min li min kir. Li gor nêrîna min divê Tirkiyê, bi awayekî fermî lêborînê ji Rûsya bixwaze û gavan bavêje ku têkiliyê sererast bikin."

    ‘PIŞTÊ BÛYERA BALAFIRÊ BI BEŞDARIYA PAYEBILINDÊN ASTA HERÎ BILIND DE BERNAME LIDAR KET'

    Zulfu Livaneli di 3ê Hezîranê de li Moskovayê, beşdarî rêûresma bîranîna Nazim Hikmet bû. Lîvanelî li vir balkişand ser vê bernameyê û got ku "Piştî bûyera balafirê cara destpêkê bi beşdariya payebilindên asta herî bilind de çalakiyek çandî ya Tirkan û Rûsan çêbû." Livaneli ji bo bernameyê spasiya hikûmeta rus kir û diyar kir ku dema ew li Moskovayê bû ew gelekî baş pêşwazî kirine, ti pirsgirêk nejiyaye.

    ‘ENQEREYÊ TÊKILIYÊN WE BI GELEK WELATAN RE XIRA KIR'

    Nivîskar Zulfu Livaneli derbarê bûyerên li bajarên kurdan diqewimin de nirxandin kir û got ku ji ber stratejiyên şaş welatiyên me yên kurd gelekî êş û azar kişandine. Livaneli ji ber rewşa heyî hem kurd hem jî hikûmet rexne kir.

    Di vê navberê de Zulfu Livaneli polîtîkaya derve ya Tirkiyê jî rexne kir. Livaneli ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan diyarkir ku bi xeyalên avakirina İmparatoriya Osmanî tevdigere û ev tişt jî bû sedemê ku têkiliyê bi gelek welatên Rojhilata Navîn re xira bike. Livaneli got ku di encama vî tiştî de gelek welatiyên tirk li bajarên cuda cuda di êrîşên terorê de jiyana xwe ji dest didin.

    Bi heman mijarî:

    Daxuyaniya Erdogan a balafira rûsî bû sedema nîqaşê:'Gelo kê qest kir'
    Rûsya derbarê îdiaya ku balafira rûsî ketiye daxuyanî da
    Li Rûsyayê balafira Su-25 ket
    Balafira rûsî Tu-22 ji Sûriyeyê vegeriya
    Etîketan:
    lêborîn, balafira rûsan, Recep Tayyip Erdogan, Zulfu Livaneli, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de