20:24 26 Gulan 2018
Konstantîn Dolgov

Rûsya: ‘Ji bo bersivdayîna Tirkiyeyê em ê bixebitin'

© AP Photo / Osamu Honda
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Ombudsmanê Mafên Însanî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Konstantin Dolgov ragihand ji bo ku bersiva Tirkiyeyê were dayîn em ê xebatên xwe yên navneteweyî bidomînin.

Moskova — Ombudsmanê Mafên Însanî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Konstantin Dolgov ragihand ji bo ku bersiva Tirkiyeyê were dayîn em ê xebatên xwe yên navdevletî li ser Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa û dezgehên wekî Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT) bidomînin.

Tiştê ji destê me were em ê bikin

Konstantin Dolgov di axaftina xwe ya Spûtnîkê de ragihand ku li Tirkiyeyê bi rastî jî qedexeyeke li ser kare rojnamegeriyê heye. Ne tenê nêrînên AGİT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, ji bo ku saziyên wiha yên navdewletî bersiva îxlalên çapemeniya Tirkiyeyê bidin tiştê ji destê me were em ê bixebitin.'

Dolgov di dirêjiya axaftina xwe de hot: 'Nûnerên saziyên navneteweyî her demê di heman şidetê de bertekan nîşanî îxlalan nadin. Lê, ji bo ku ev sazî bertekan nîşanî ixlalan bidin çi ji destê Rûsyayê were dê bike.'

Bi heman mijarî:

Rûsya: ‘Bîrên petrolê yên DAIŞê hatin îmhakirin'
Almanyaya ku Rûsya wek dijber dibîne ketiye bin bandora Amerîkayê
Rûsya: Bila YE ji bo kurdan fişarê li Tirkiyê bike
Rûsya: ‘Amerîka hesasiyetên me pişt çav dike'
Rûsya: ‘Îdîayên ku balafira me li Helebê hatiye xistin nerast in'
Etîketan:
Îxlalên Tirkiyeyê, YE, NY, Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), Ombudsmanê Mafên Însanî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê, Konstantin Dolgov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de